Texteqeleçîtî, Tirko-Misilmantiya AKP’ yê -3- Çi rom, çi Ermenî, çi Elewî, çi laz, çi Cihû, çi Gurcî, çi boşnak, çi Pomak, çi Abhaz, çi hin Kurdên ocaxkor, çi Qereçî, devê kîjan Texteqeleçiyî vedibe dibêje; “ ez tirkê kurê Tirkan im, hema duh ji Asyayaya navîn hatim...” Gava bê hesabên wan, îcar zor didin Dînê Mihemed û bi yek dengî dibêjin şikur ji Xwedê re em Misilman in, par ne pêrar ji hec hatin! Texteqelecî ; ol û al û nasnameya neteweyî jî tê de hemû nirx û hêcayî û hêz û enerjya xwe ji bo pere anîne Texteqeleyê, xerc dikin, difiroşin. Ev bazar a hovane ya bê wîcdan û bê rihm, bikî nekî jî, di giyana wan de bihntengîyek, stresek peyda dike: Lewma dibe ku rojek, bela hêrs û stresê, bi hevûdu re pevçin û hev û du li ber kiryaran( muşteriyan) rezîl û rûsuwa bikin û xweş bazara xwe berhewa bikin û kilîta reş li deriyê dikanên xwe bixin! Lê, Ji tirsa vê yekê, Texteqeleçî, bi mabesta ku bi hev re nekevin nav mijarên kûr û fireh û pûşê xwe dernexin holê û nijad û kesayetî û esil û asasên xwe aşkere nekin, tu dibêjî qey peymanek nepenî mor kirine û tê de biryar stendine û gotine : “ em nava hevdû de nebî nebî xeynî futbolê, li ser tu tiştî nîqaş û laqirdiyan nekin!” Bi rastî jî, li Texteqeleyê çend pêgermokan bikin, guh bidin axaftinên wan, hemî gotinên wan ên bi dengê bilind li ser fûtbolê; yên bi pilepil li ser pereyan in...Din û iman, sond û qesem, demokrasîxwazî, neteweperestî, alperestî û olperestiya wan para muşteriyan in! Texteqelecî tu car di kolanên texteqele “yên teng ên bi roj gur (qelebalix) lê bi şev bê şeng û bê deng” de rûnanên... Dikanên wan li wir, malên wan li taxên dûr in. Jiber ku ew pirî qure û ji xwe xweş in, bi ya min, bona ku çavên wan “bi xizan û hejarên ku malên wan li Texteqeleyê ne” nekevin, biwan re nebin yek, êvaran dikanên xwe hê tarî neketiye erdê bi lez û bez diterikînin û ber bi malên xwe ve tu dibêjî qey bi çargavî direvin! Gava -bi taybetî bi havînan- Stembola wan a rengîn de bi piranî feqîrên xemgîn dimînin, îcar Texteqeleçî piştî nîvrojê ref bi ref ne tenê Texteqeleyê, bajar di cih de dihêlin û ber bi giravên Stenbolê ve difirin; an xwe davêjin nav ava hênik, an xwe di bin siya xaniyên xwe yên havîngeh de dirêj dikin. Carinan ev jî têra wan nake, serê xwe digirin û hetanî perê din ê cihanê hespê xwe dibezînin... Texteqelecî şanogerên pir jîr û jêhatî ne ... Shakespare û Molîere li cem wan gû xwarine... Ew, çîrokbêjî û sêrbazî û heqlebazî û cambaziyê tevlî şanoyê kirine û ekolek nû afirandine... Sal donzdeh mehên Xwedê hunera xwe li gel diceribînin, û bê şik û bê guman û bê şaşitî biserdikevin; çimkî heman lîstikê bi heman mirovan bi hezaran caran didin temaşekirin, dîsa jî kes liwan nakeve şikê! Ew bi misilmanan re nimêj dikin, li ber xaçparêzan serkêşiya bihnxweşiyê dikin û vediguherin neviyê Mewlana; bi Hîzbula re dikevin dilqê mucahîdên xwîrijan, bi elewiya re semah digerînin, bi kurdan re biratî bi elewiyan re kirîvatî datînin... Texteqelecî, bi taybetî piştî darbeya leşkeriya 1980’an rapelikîn qada siyastê jî. Dora pêşî bûn hevkarên darbekeran, paşîn veguherîn lîberalan, bi Erbakan re olperestiyê ceribandin; dîtin ku nabe, dawiyê de hemû taybetmendiyên Texteqeleyê anîn cem hev û bi destê texteqeleciyê herî jîr û jêhatî “Erdogan” partiyek ava kirin û navê wê danîn AKP. Ev partî qetek ji ber Texteqeleyê ye. Bala xwe bidin kesayetiya serokê wê; olperestî û futbolperestyê, dovîzparêzî û umetparêziyê, bi hev re çawa xweş birêve dibe, dimeşîne... Bazara xwe ya Li Enqereyê, wek hevpîşeyên xwe yên Texteqeleçî di kuncikên tarî de dike û bi Kurda re Kurdîtî, bi Elewiyan re Elewîtî, bi oldaran re welîtî, bi nijadperestan re Hîtlertî, bi leşkeran re Kemalîstî dike... Hemî Cihan bibe yek; nikare nav li vê rewşê bike; jiber ku çi kapîtalîzm çi oportunîzm çi makyavelîzm çi teqiyecitî, çi kevneperestî, tu têgeh û îdeolojî Texteqeleyê û şêwaza siyaseta wî bi qasî “Texteqeleçîtiyê” bi me nikare bide nasîn. Ezê di nivîsek din de jî li ser Texteqeleçiyan binivîsim. Mamoste Marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---