* * *Fermandarê Îngilîz û Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya "Tu binê Mahê nû"yê*
* * Piştî ko împaratoriya Osmanî hat rûxandin û dewleta Turkî li ser mîrateya wê hat avakirin, li ser dînê Îslamê xext û zorî zêde bûn. Vêya jî bandoreke neyînî li ser perwerdehiya medreseyan kir, bi taybetî medreseyên Kurdistanê. Ji ber wê çendê jî kesên ko dixwestin perwerdehiya dînî bikin mecbûr man ko berê xwe bidin Başûr yan jî Rojavayê Kurdistanê. Di wê dema ko başûrê Kurdistanê mêtingeha İngilîstanê bû de feqîkî bi navê Seyyîd Hesenê kurê Seyyîd Emer î ji bakûrê Kurdistanê li medreseyên wê deverê perwerdehiya dînî dikir. Seyît Hesen rojekê biryara vegera welêt dide. Çeltikê xwe yê ko pirtûkên wî têde bûn, diavêje ser milê xwe û berê xwe dide sînor da derbasî welêt bibe. Dema tê ber sînor rastî leşkerên sînorparêz yên Îngilîz tê û di dawiyê de tê girtin. Leşker feqîyî dibin leşkergeha xwe û îfadeya wî digrin. Fermandarê Îngilîz ji feqîyî dipirse: -Tu kî yî û ji ko derê tê yî? -Ez feqî me û ji Îraqê têm -Di çeltikê te de çî hene? -Pirtûkên dînî hene. -Di nav wan pirtûkan yekî derxîne! -Belê. Feqî ji çeltikê xwe pirtûkekê derdixe û raberî fermandar dike. Fermandarê ko bi erebî xwendin û nivîsîna wî hebû, pirtûkê digre û rûpelekê vedike ji feqî re dibêje: -Ca vê derê bixwîne, ka behsa çi dike, ji min re bibêje. Tu nabêjî ew pirtûk dîwana Mewlana Cizîrî ye. Feqî dest bi xwendina qesîdeya di wê rûpelê de ye dike. Ew qesîdeya ko wî nîşandayî bi vê malikê dest pê dike: * * * Tu binê mahê nû , destê qedayê hey hey! * *Ne li zer'ê felekê, belkî li ûmrê me ye das." * Ango "Hevalo! De were li vê heyîva nû, ango li vê hîlalê binêre. Destê qudreta Xwedayî çawa wê tim dilivîne. Herweha li ser wezîfeya wê û hikmeta afirandina wê jî birame. Yezdanê dilovan çawa ew hîlal di awayê daseka dirûnê de afirandiye. Sedema çêkirina aleta dasikê bi xwe jî wek tê zanîn dirûn e, gava meriv dasikê dibîne dirûn tê bîra wî. Halehale li fezayê (hewayê) tu çandinî ya ko ew das wê bidirû nîne. Nexwe wezîfeya wê dasê çî ye gelo! Hebe nebe wezîfeya wê hîlalê dirûna 'emrê me mirovan e. Ma ne welê ye? Ji wê dema ko ew heyîv ji şeklê hîlalê derdikeve û dîsa vedigere dikeve heman şeklî, ango di mûdeta mehekê de li ser rûyê vê erdê çiqas mirov dimirin!" Gava fermandarê Îngilîz vê agahiyê ji feqîyî werdigre, dibîne ko di vê malikê de bûyereka felekîyatê û bûyereka rastîn a mirovahîyê bi awayeke bedew hatîye xemilandin. Ji ber vê gelek lê ecêp tê û ji feqî diprise: -Xwedîyê vê helbestê hîna dijî? Feqî dibêje: -Na, najî, wefat kirîyê, gora wî ya pîroz li Cizîrê ye, ew bi xwe yekî arifê billah e, evîndarê Xwedê ye. Wê demê fermandar dibêje: -Ev zatê hanê gerek vê gavê ne liheyatê be, lewra ew dehakî mezin e. Abdulkadîr Bîngol --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---