Lêkolînek ji unîversîteya El-Ezher: 'Divê dewleta kurd bê damezirandin' Nivîskar: rizgarionline Di: 31.07.2009 Sehet: 13:47 Ji aliyê rizgarionline
Rizgarî Online/ Li unîvêrsîteya dîrokî ya Misrê El-Ezher, lêkolînek hate çêkirin û li gor encamên vê vekolînê, pêwîstiya dewletek kurd derket meydanê. Lekolîna wek tez a lîsansa bilind hatî çêkirin, di warê heman xebatan de yekemîn hate hilbijartin û xelat xirt. Lêkolîn ji aliyê xwendevanê unîvêrsîteya EL Ezher Mahmut Muhammed ve hatiye çêkirin û teza xwe di bin navê ’Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Kurdên Îraqê’ amade kiriye. Mahmut Muhammed, xwendevanê Lîsansa Bilind ya EL Ezher e. Lêkolînek ji unîversîteya El-Ezher: 'Divê dewleta kurd bê damezirandin' Li unîvêrsîteya dîrokî ya Misrê El-Ezher, lêkolînek hate çêkirin û li gor encamên vê vekolînê, pêwîstiya dewletek kurd derket meydanê. Lekolîna wek tez a lîsansa bilind hatî çêkirin, di warê heman xebatan de yekemîn hate hilbijartin û xelat xirt. Lêkolîn ji aliyê xwendevanê unîvêrsîteya EL Ezher Mahmut Muhammed ve hatiye çêkirin û teza xwe di bin navê ’Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Kurdên Îraqê’ amade kiriye. Mahmut Muhammed, xwendevanê Lîsansa Bilind ya EL Ezher e. “Divê dewleta kurd bê damezirandin” Mahmud Muhammed, di xebata xwe ya tezê de dibêje, “ji ber ku pirsgrêka kurd bê çareserkirin û kurd cardin heman pirsgrêkan nejîn, tenê yek çare heye. Ew jî damezirandina dewletek kurdî ye. Ji bilî avakirina dewletek kurd, tu rêyek din nîne.“ Mahmud Muhammed, di teza xwe de dide zanîn ku “çareseriya pirsgrêka kurd, bi rastî jî zehmet e, lê ne bê îmkan e. Divê, li ser dîroka kurdan gellek lêkolîn bên çêkirin û semîner bên lidarxistin. Ji bilî vê yekê, divê hemû teref li hev bikin û razîbûna xwe ji bo damezirandina dewleta kurdî bidin nîşandan.“ Di beşek din ya tezê de Muhammed dibêje, “divê li unîversîteyên dewletên îslam û ereban de ji bo ziman û edebiyata kurdî cîh bê veqetandin û herweha ji bilî vê yekê jî, ji bo dostaniya kurd û ereban hewl bê dayîn. Muhammed, li ser meseleya zimanê kurdî jî disekine û weha dibêje: “Zimanê kurdî, zimaneke pirr kevn e. Xelkek edediyat û çanda wê pirr fereh û kevnare ye. Gellê kurd, gellek piştgrî daye çanda îslamî. Divê, di nabera unîvêrsîteyên Kurdistanê, Misir û Ereban de têkilî bên dayîn.“ Di encama vê lêkolînê de tê gotin ku, “Gellê kurd, ji gellên herî kevnare yên Rojhilata Navîn e û xelkek ji destpêka dîrokê ve hebûna xwe diparêze.Çavkanî: Hewlerpost RO/S.Welat Wergera Kurdî/Yado Ciwan --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---