Ha sîktîra Kekê Osman, Gelî heval û hogirno, Bavê min ev 50 sal e di bajarkî herêma Egey’a Tirkiye’yê de dijî. Salê carek diçe gundê xwe, serîkî li merivên xwe dixe û dîsa vedigere tê mala xwe. Çend salên ewil tu pirsgirêk tunebû. Ew gava diçû nav qewmê xwe bi dilgermî û bi evînî dihat pêşwazîkirin û hewandin û vexwendin. Lê deh panzdeh sal derbas bûn, gundiyên me dest bi gazinan kirin, bû polapola wan: “ Hecî Evla êdî ne wek berê bi merîfet e; di cimetê de gotinên ne baş dibêje!” Min pirsî ka çi ye, çi nîne, gundî te digot qey şêwra xwe kirine yek heman tişt digotin “ evqas ne girîng e, lê li me giran tê” Çi got? “-dev jê berde looo!” Vir de wê de min pirsî tu kesî bersîveke bi ser û pê neda min. Rojek, jina Sihyedînê me riya min birî, li ber rûyê min sekinî got: “ Marûf ma ne eyb e, ne şerm e, bavê te di odeya mêran de ji Sihyedînê apê te re gotiye oxlim!..” Min lê zivirand :”Wêêy keçê mala te mîrat nebe , ji ber vê gotinê bû gundî tev bi pozên xwe bi me re qise dikin!” Milkînaz eyb û şerma da alîkî, laçika xwe ji ber devê xwe avêt , ser min de qîriya û got: “ Hûn çûne nav tirka we namûs ji bîr kiriye, şikur ji Xwedê re em hêj li ser dînê xwe ne, xwedî namûs in; ma bavê te di emrê xwe de torelî rûyê Gewrê (dayika Sihyedîn) dîtiye ku îja ji lawê wê re radibe dibêje oxlim!” Ev ne boxtan(îftîra) e? Gawir be jî qebûl dike? Ma sihyedîn ji doxîna bavê te ye? Ez şaş û mat bûm mam. Qasek şûn ve hişê min hat serê min. Min jê re got: “ Dayîka min, ma bavê min ne mezinê Sihyedîne te ye? Belê. Di şûna “oxlim” de Jê re bigota “kurê min” te yê çi bigota? Tu yê dîsa hêrs bûbûya? Bi sê telaqan Milkînaza me ji min re wiha got: “ Wele Xalê Hecî bigota kurê min li zora kesî nediçû. Oxlim ne rind e; li eskeriyê, qomitan ji mêran re ewil dibêjin oxlim, dûv re li diya wan d...” Loma gotina oxlim li zora meriv diçe...” Rojek dîsa yekî giliyê bavê min bi min de kir: Kurê gavanê me li zarokekî biçûk xistiye; bavo pê re hêrs bûye gotiye “ sîktîr be here!” Min got ; “ heyra ew pirî di nav tirkan de maye zimanê wî yek caran diqelibe ser tirkî; ne ji wî bûya, ew ê bigota kuro de bicehime. Wê gavê dilê kesî dima; na... Halbûkî Sîktîr û bicehime hema bêje wekhev in.... De ka em werên ser gotinên Kekê Osman; heke ew bikarîbûya kurdiya xwe li her deverî, bi dilê xwe bikarbianiya dê ew, di şûna “sîktîr” de bigota bicehime, an bicehimin!Wê gavê dilê kesî jê nedima, kesî wî şermezar jî nedikir... Lê heke bi kurdî biaxiviya , di şûna “çiqilê dara mazî” de çi dixist kudera wan ez baş nizanim... Bi qasî ku ez dizanim, merivên me yên berê “ewkê hespên xwe dikirin(dikutan) nizanim kudera merivên bêbext.” Mamoste Marûf
-- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane