HEVALÊN HÊJA HER DEM GENGEŞÎ NABE... DI JÎNÊ DE BILA PIÇEK JÎ EFSANE HEBE... SLAV Û RÊZ.
*EFSANEYA GÛNDÊ ABRÎ* Gûndê Abrî li mûşê gûndekî ser navçeya kopê ye. Abrî di navbera sala 1100 û 1200an de hatiye avakirin. Avaksazê wê Seyîd Mihemed e. Di wî gûndî de camiyeke gellek taybet hatiye avakirin. Ew camî jî neviyê Seyîd Mihemed ku bi mahlasa eynûl melek û bi navê Seyîd Abdulmelîk tê nasîn ava kiriye. Navê camiyê jî Eynûl Melek e. Min ji bo wê camiyê got camiyek taybet e. Lewra sedemeke avakirina wê ya taybet heye. Camî piçikekî xar e. Li ser rûyê erdê xar disekine. Ji ber wê yekê milletên der û dorê li ser vê xarbunê efsane vegotine. Min ji van efsaneyan yek li stenbolê di qiraca trenê de ji mirovekî ku xwe ji nevîyê Seyîd Abdulmelîk dihesiband guhdar kir. Wî got: "Em niha li qersê rûdinên. Dema ku kalikên me yên seyyid ku dibin şêxê terîqeta neqşîbendiyan, ji bo ilim û irfanê ji kopê di serokatiya Şêx Zeynalabdîn de koçê qersê dikin." Niha paşnavê wan jî Güner e. Piştre min di internetê de li ser vî meseleyê lêkolîn kir û rast derket, wê demê bala min kişand. Piştre min bawer kir kû mêrikê rast vegotiye. Lê ez di internetê de rastî efsaneyan ne hatim. Ji ber vê yekê efsaneya ku ji min re hate vegotin, ez hez dikim ku bi we re parve bikim: *Efsane* Seyîd Abdulmelîk qerar dide ku camiyeke li gûndê abriyê çêbike. Lê jê re erdek(cihek) lazim e ku camîyê li ser wî cihî ava bike. Digere û dibîne ku cihekî cimcime heye. Piştre dibêje ez ê camiyê li vir ava bikim. Bi alîkariya gundiyan dest bi avakirinê dike. Di vê navberê de gundên der û dora wan seh dikin ku seyîdekî li gûndê abriyê li ser cimcimeyekî camîkî ava dike. Ji ber vê yekê di gûndê devdorê gûndê abriyê de weliyekî Xwedê dibêje divê ez herim wî zatê meşhur bibînim. Radibe li hespê xwe siwar dibe û kamçiyê xwe hildide destê xwe û diçe gûndê abriyê. Hespê wî di binê wî de dibe şêrekî û kamçiyê wî jî di destê wî de dibe marekî. Piştre tê gundê abriyê. Dema kû nîzikê camiyê dibe Seyîd Abdulmelîk di nav camiyê de wî zatî dibîne. Û piştre bi camiyê û bi xîmê wê ve ber bi Welî diçe. Qederek rê hil dide û piştre disekine. Dema kû disekine camî piçekî xar disekine. Ji ew roj heya îro ew camî wisa xar sekiniye. Velî dibîne ku camî ber bi wî tê. Wê demê di hişê xwe de wiha difikire: "Ez bi tiştekî zindî(şêr) ber bi wê ve diçim. Lê ew bi tiştekî nezindî(camî,kevir û xwelî) ve ber bi min ve tê." Ji bo vê yekê, ji şêrê xwe peya dibe û li ser çokên xwe ber bi camiyê ve diçe. Û camî ev roj, ew roj e wisa xar disekine. WERZEBA Bîst û heftê Rêbendanê Sala 2010an -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane