*"Çaryan" û "Dortyol"
*CIZÎRA BOTAN, 13/4 2010 -- Rabûna wî ya wê rojê û têketina wî ya di nav karê rojane de ji rêzê xuya bikira jî lê tişta ko di serê wî de bû û giyanî wî dixwest bi wî bidaya kirin ew roj ji rojên din cihê dikir. Wê dixwest ev roja wî ji rojên din cihê derbas bibe, di vê rojê de tiştekî bike. Bi vê mebestê mîna her rojê rabû serxwe û berê xwe da cadeyê. Li rawestgeha mînîbûsan ya di nav bajêr de dixebitî rawestiya û li benda mînîbûsê ma. Piştî ko "bîst xeber" di ser de derbas bû, mînîbûs hat. Mînîbûs li ser îşareta wî ya dest li ber wî rawestiya û ew jî kete têde û li ser palkursîyekê rûnişt. Rûnişt, lê belê mirov dikare bibêje ko yê rûniştî beden û laşê wî bi tenê bû; giyanî wî qet, rûniştin jê re nebû. Mînîbûs li pey siwarbûn û peyabûna hin rêwiyan dîsa kete ser rûya xwe. Pîştî ko mînîbûs kete rê, wî çavê xwe li rêwiyan gerand û xwest bizanibe ka rewşa wan çî ye, ew rêwing ka temsîla kîjan çandê dikin, ger ji wan re tişteke were gotin gelo dikarin bistînin yan na,qabîlîyeta wan ya vê çendê heye yan na. Piştî van hemû hiziran rabû ser piyan û berê xwe da ajovanî û lê kire qîr: "-- Birayê ezîz, bi destûra te ez dixwazim li çaryanê peya bibim." Çawa ev komeka ko peyva "çaryan" tê de derbas dibe ji devê wî derket, di serî de ajovan hemû rêwiyan bi yek carî berê xwe dane wî. Di vê nêrîna ajovan û rêwiyan de şaşwazîyek hebû. Heçkû wî qetahetek kirî... Li pey ev qeder şaşwaziyan ajovanî nemerdî nekir û jê pirsiyar kir: "-- Te got tu dê li ko peya bibî?" "-- Ezbenî, ne min ji te re diyar kir, ez dixazim li çaryanê dakevim, li çaryanê." Bersiva wî ya dawî ya çaryanê, texmîna ajovanî ya "dibe ko wî şaş fam kiribe, yan jî wî şaş gotibe" ji holê rakiribû. Îca, dor hatibû wê çendê ko ajovan bizanibe ka ev "çaryan" li ko ye, yan jî ciheke, semteke ko ev nav lê hatiye kirin heye yan na. Lewra ev çendîn sal bûn ko wî di vî bajarî de xizmet dikir, di pirs û bersivên rêwiyan de qet ema qet rastî vê peyvê nehatibû. Ajovan dîsa lê zivirî û gotê: "-- Te got çaryan!!! "-- Belê ezbenî, min got çaryan! "-- Ezbenî, ev çaryan jî li ko ye? Bi Xwedê ez wê derê nas nakim. Îca gotina dawî ya ajovanî derfet dayê ko ew dilê xwe rehet ke. Ji xwe wî dizanîbû ko wê encama axaftina wan bi vî rengî çêbibe. Ji nişka ve rabû ser xwe, berê xwe da ajovanî û lê kire qîr: "-- Te got tu nizanî 'çaryan' li kuderê ye! Xwedê dizane her roj tu çend çaran di ber wê de derbas dibî. Zêdetirîn rêwingên te li wir siwar dibin û dîsa li wir peya dibin. Ji xwe navê wê li ser e: Çaryan. Ew çaryana ko mijara niqaşa me ye û ji aliyê we gişan ve nayê zanîn niqteyeke welê ye ko mirov dikare ji wê niqteyê ber bi çar aliyan ve here." Piştî dît ko rêwî jî bi baldarî guh didinê, berê xwe da wan û dengê xwe bilintir kir: "-- Em dikarin bêjin ko ajovan hêjan xort e, ji ber wê çendê em li qisûra wî nanêrin; lê hûn ey ew kesên ko temenê wan li ser çilî-pêncî re ne, ma qey hûn wan çîrokên ko di şevên zivistanan yên reş û dirêj de dihatin vegotin, li bîra xwe naynîn. Ma nayête bîra we ko di wan çîrokan de Mîrza Mihemed dema di rê de diçû, rê li ber wî dibûn sê-çar û rastî merivekî yê li ser niqteyên wan riyan rawestiyayî dihat. Ew merivê ko wekî "kalikê serê sêryanan" dihate bin av kirin rê şanî rêwîyan didan û xetere û feydeyên di encama wan riyan de ne yeko yeko ji wan re vedigot. Va ye ji we re sêryan, çaryan... Ji bilî dengê wî û virevire mînîbûsê deng nebû; deng ji kesî dernediket. Her kesî guhdarî dikir û meraq dikir ka dê encam çawa çêbibe, ka ev "çaryan"a ko bikaranîna wê ji bo wan gelik ecêp hatibû li kuderê ye. Di vê navberê de rêwiyekî ko temenê ber bi şêstan ve çûyî bibeşişîn li rûyê wî nêrî û xwest têkeve sohbetê: "-- Qey tu behsa "dortyol"ê dikî. "-- Erê ez behsa wê "dortyol"a kambax dikim. Ew dortyola ko ne bixêr û selamet hatiye di nav me de û ketiye li şûna "çaryan'a me ya delal de. Ez berê xwe didimê ev çendîn dem e ko ez li vê mînîbûsê siwar dibim, carekê bi tenê jî jin-mêr, rewşenbîr-nexwenda, mezin-kiçik, zanyar-cahîl ji devê tu kesî ev çaryan'a me derneketiye; hemûyan bi tev de li dewsa wê de dortyol bikaranîne. Bivênevê ev li zora min çû. Ji ber wê çendê, min bizanîn ev peyv li vê derê û bi vî awayî bikaranî. Dijminên zimanî Kurdî mîna gelik peyvan ev peyva han jî ji nav me de rakirine û yekî ko ji bo zimanê me biyanî li şûna wê de danîne. Em jî mîna koran li pey wan diçin, ji asîmîlekirina/ pişaftina zimanê xwe re ne kû bi tenê çavê xwe dineqînîn, em arîkarîyê jî dikin. Ma ne fihêt e, ma ne şerm e ji me re ko ev peyva me ya ko ev serê hezaran salan e kalikên me ji me re hiştine em bi yek derbê ji bo ji holêrakirina wê re dest didin hev." Axaftina xwe didomand. Wekî ko konferanseke biçûk bide. Rêwiyan jî bi rewşa xwe ya guhdarkirina bibaldarî derfet didayê ko ew axaftina xwe bidomîne. Lê heyf û mixabin, mînîbûs gihîşte çaryanê. Diviya peya bûbûya. Her çiqas nedixwest peya bibûya û her tim behsa nexweşiya ko zimanê Kurdî ketiyê vegota jî lê ji ber ko di serî de behsa daketina xwe ya li çaryanê kiribû, êdî nedikariya peya nebûya. Piştî peya bû û awirên rêwiyan yên ev mûddeteke bû li ser wî bûn li pey xwe hişt, hetanî qederekê jî ew dîmen ji ber çavê wî nediçûn. Her çiqas di gumanê de bû ka vê hewildana wî bandoreke erênî li ser bi pêşdebirina zimanê Kurdî kiriye an na, lê ya bêguman ew bû ko qe nebe mejiyê wan rêwiyan behra xwe standine. Dilê wî jî di rehetiya ko "ji zimanê xwe re tiştekî kiriye" de bû. *Niviskar : Abdulkadîr BİNGÖL* http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=4836 -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane To unsubscribe, reply using "remove me" as the subject.