Silav û rêz hevalê ezîz,

Forûmek heye ku tê de gelek bikarhênerên kurda hene. Berhemên xweş parve
dikin lê ecêb e ku forûm bi tirkî ye û navê forumê
http://www.kurtceforum.org/ e.

Nav "kurtce forum", naverok bi tirkî ye. :)

Ev mesela hanê, tiştekî ecêb e ku li serê min derbas bûbû, anî bîra min.
Beriya çar-pênc salan li Kurdistana Tirkiyeyê gerok bûm. Li gorî dora
planê hatim Bedlîsê. Li înternet kafekî rûniştim, xortekî wekî hijde salî
berpirsê dikanê bû. Mûsîkeke gelek xerab, ya Kîbariye an Gullu, ser û guhên
min mehw dikirin. Min jê re got, ka kerema xwe mûsîkeke kurdî veke. Çû
vekir: Biz Apo'ya Soz Vermîşîz! :)

Bedirxan Badilî
msn a min: bedirx...@hotmail.com

"Bi kar anîna Kurdiyeke şaş,
         ji zimanên din ên baş,
                    baştir e ne wisa? Rojbaş!"

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap