Bêjeya dil
(1)
Cankurd

November 11, 2010
Hestiyên wî yên zerbûyî nîşana temenekî dirêj bûn. Ewirên sipî yên di asîmanê 
re 
wekî hêştirên westiyayî, bi rengê porê wî bûn. Çavêd wî yên wekî di kortên 
komir 
têde hatibû sotandin, êdî di bin ariya bê agir de winda bûbûn. Ew ji zû ve di 
rê 
de ye… Çend salin? Çend sed salin an çend hezar salin, ew bi xwe nizane…Ji ku 
ve 
tê, çi demê kete devê rê, navê wî çiye, tew nema tê bîra wî… Niha jî wekî 
Bûdiyekî kirasçirî û çovê di destê wî de wekî wî jar û piştxar bûye, giha ber 
dîwarekî bilind û qaling, ku ji surha Çînê dirêjtir e, bi rojava û rojhilat 
vediçe û di dûriyê de winda dibe…Serî û dawî naxuyin û kesek nikane wan bibîne, 
ne bi çavan û ne bi dûrbînan…
Êdî dawiya rêya wî ye, teviya jiyana xwe di rê de bû, pêrgî gelek asteng û 
tengiyan hat, pir zivistan û havîn, pir payîz û behar derbas kirin…Rojên germê, 
şevên seqemê, tolî, berf û baran, di nav mij û dûmanê re, û carina tîna germeke 
bê wekanî dihêla ku bihna wî biçike, û tîrêjên royê li pişta wî diketin, wekî 
tîrên di şergehê de, di pişta hespekî rewan de, vediniştin…
Erê, wan demên tehl û tirş, yek û yek di ser re çûn, an jî ew di nav re çû, lê 
rêgirtê tev mezin, mestrîn astengî ev dîwarê ji berd û kevirên reş e, di va 
deşta bê dawî de, ne burceke wî ya li ser dekan heye, ku di ser wê re gavbike û 
xwe bavêje aliyê dî û ne jî nerdewaneke wî ya bilind heye, ku têre hilkişe ser 
surhê... 

Di çavlêdanekê de xwe dît, ku ew bûye çekdarekî ji çekdarên Selahdîn, û xwe ji 
burceke wilo ve avêt ser surha Qudsa pîroz, û berken bû, hema lêvên wî yên ji 
tîhna û ji pîrbûnê zirav û jar bûne êşiyan…Ew berken bû, ji ber ku dizanî ew 
xewn û hîvî bû…Tew hêz û kanîna wî ji ceng û pevçûnan re nemaye, tew dema wî jî 
bo rojeke wilo ya bi rûmet nîne…Lê ji wî hatiye xwestin ku derbas bibe aliyê dî 
yê dîwarî…Dîwarê bê dergahek, bê taqek, û bê ku çareyek dî jê re hebe, bi 
şêweyekî an bi teherekî kevirên girs û giran ji ser hev bavêje, an di wan re 
hilkişe jor, da bibîne çi li aliyê dî li hîviya wî ye, kî çavrêya wî dike, kî 
li 
bendê ye, ku ew jî zincîra koletiyê bavêje histoyê wî, paş ewqas rengên 
koletiyê 
di jîna wî de li vî alî.
Paş ku demekê li dîwarê bêdengiyê temaşa kir, dizanî ku dîwar wê çi bersivan 
nede wî, gawa ew pirsan jê bike, û bê wate bû ku ew guhên xwe bide ser wan 
kevirên qaling û kehr, da hîviya bihîstina dengekî ji dengan bike…Dem diçû, 
siyên dar û hejên ku wekî govdeyê wî hişk bûbûn, dirêjtir bûn… Dawiya roja wî 
ya 
dawî bû…û jê hatibû xwestin ku bi windabûna rojê re, di paş çiyan de, ewên li 
ser milê wî yê çepê pozberiya dîwarî dikirin, derbas be aliyê dî…Di jîna xwe de 
tew sozên xwe nedixwarin,wê niha jî sozê xwe nexu,hema çawa? 

Carina mirov binzor dibe, ku soz û peymanên xwe bişikîne, ji ber ku ew mirov e, 
ew carina lezdike û sozekê dide, lê pişt re li xwe hişyar dibe, ku ew tew 
nikane 
wî sozî bi cîh bîne…
Ya rast di vê hatinê de, ewe ku vîn û axaza wî bi xwe tune bû, ji wî hate 
xwestin ku ew dev ji niştê xwe, ji merivên xwe, ji pez û rezê xwe, ji mirîşk û 
segê xwe berde û teviya jîna xwe bibe rêwî, bibe koçer, bibe kesekî nenas û 
dûrwelat… histobariya wî ewe bû, ku rêya xwe bibe serî, ji tiştekî netirse û bi 
rêyeke dî de neçe, rewinda nebe…
Di va rêya dirêj de, ku carina xar û vîç bû, û carina wekî doxekê rast û dirist 
bû, herikên govdeyê wî neman, ne av, ne xûn, ne hêstirên çavan û gilêza devê 
wî…û ne jî avka mêraniya wî, tev miçiqîn û zuwa bûn, berşê û winda bûn…Ji wî re 
govdeyekî ku bi êş û keleman xawênkirî maye, wekî termekî ku di çaleke qerasê 
de 
bi hezaran sal mayî, reş û hişîn, zer û mor, wekî termê mişkekî genî…û canê wî, 
wekî çavkûrekî di binmaxeke tarî de, di şeveke bê heyv de, ji wan şevên 
zivistanê, tew tamzara jînê di devê wî de nehêlaye, ne ken, ne girî, ne 
hezkirin, ne jî nevîn… Carina dihizire ku canê wî ji govdeyê wî bazdaye, ew 
wekî 
kundirekî hindirê wî valakirî bûye, û ji xwe dipirse “Qey mêşek jî di kundirê 
wî 
de nake vingeving…”
Erê, ew hatibû binzorkirin, û veger jê re hatibû neykirin….Niha jî, gava destê 
xwe da ser berdên reşên dîwarî, ew niştê ku herji bîra wî hatibû hilkirin, ji 
nişka ve wekî kaniyeke avê di mejiyê wî de xulxulî…Li ku ye êdî ew nizane û ne 
jî dikane vegere…Hêstir di çavan de nema bûn, hema dilê wî yêpîr giriya…
Ü niha?
Paş ku gelek li dora xwe, li asîmanê bala û vala, li deşta bê kenar, û li 
çiyayên reş û dûr nêriya, tiştek baş nedît, ji ber ku bi wan çavên rohnî têde 
vemirtî wê çi baş bibîne…
Rûnişt, pişta xwe da kevirên piçekî germ bûne, li ber xwe, bi seriyê çov hinek 
gerînok, çarçiv û xêz, wekî fîlosofekî Girîkî, kişandin, xwest tiştekî hêja ku 
di rêya xwe de pêrgî wî hatiye bîne bîra xwe, hema mejiyê wî yê zuwabûyî kar 
nekir…
Hêdî-hêdî hate bîra wî ku carekê ew û yara xwe li bin siya dareke merxê 
rûniştin 
û ji xwe re pêşgaviyek danîn, bo civandina peyvên zimanê xwe…Wan bi navên gulan 
dest pêkirin, pişt re bi navên firindan û gava wî ji yara xwe pirs kir, ka çend 
parçe govdeyên mirov hene û çi herik ji govde derdikevin, bi hev re jimartin, 
ew 
keçik ji ber fedîbûna xwe ve, ku çi carekê hin ji wan nav û peyvan ji devê wê 
derneketi bûn, an jî giş nebihîsti bûn, ji cîh hilgavt û bazda, ji ba wî çû û 
nema careke dî hevdu di jînê de dîtin, bûn wekî stêrkên Ley û Mecnûn, bi 
milyonan sal ji hev bi dûr ketin…Dibe jî ew çi car dî rastî wê neyê…Bo çi wilo 
ji hev çûn, ta niha jî ew nizane, û wê di roja xweya dawî de, di dawiya rêya 
xwe 
de jî nizanibe…Jîn carina gelek zorbaz e…
Dawî ramanek hate bîra wî û biryara xwe da ku wê bi cîh bîne, ew jî çûyîna nav 
çiyan e… Ji xwe re hizirî û di ber xwe de kire pisepis, got:
“-Êdî ro diçe ava û çi care di destê min de nînin bo derbasbûna aliyê dî yê vê 
surhê, ezê berê xwe bidim çiyan, dibe ku ji serê çiyan ve ez bibînim çi li 
aliyê 
dî yê surhê heye…”
Pişt re hate bîra wî ku çavêd wî yên jar wê ji dûr ve nikanibin tew tiştekî 
bibînin û hêz û kanîna wî bo hilkişîna serê çiyan tew nemaye… 

Li wir çomik wekî sepetek ji şivên hişkên mêwan demekê rûniştî ma..Ro di paş 
çiyan de wind bû, û ji ber ku ew westiya bû, birçî û tî bû, jar û bê hêz bû, di 
cîh de seriyê wî daket, rihên ser çenga wî  li ser sîngê wî duta bûn, û wekî 
dixuya ew kete xewneke dirêj, dibe jî tew ne xewn bû, rewşeke dî bû, ku ew berê 
çi caran neketibûyê…dibe jî navê wê rewşê mirin be…Surha reş û bilind jî wekî 
bazekî basikfireh û mezin ji herdu aliyan ve ew di nav xwe hembêz kir, wekî 
dayîkekê ku dest û piyên xwe li dora kurekî xwe yê windabûyî gerandin, û baran 
wekî hêstirên çavên wê dayîkê bi ser wî hejarî de dilop bi dilop barîn…
Li bin dareke merxê ya pîbûyî, ku gelek dûr bû ji wê surhê û ji wî rêwî, jineke 
navsalî ya hîn rûgeş û çavrohn, mêşeng û lêvsor, di h’êlikeke ji ermoşê hûnandî 
de, xwe h’êldikir û di destê wê de defterek û pênivîsekî qurşînî hebûn, ji xwe 
re hûrik-hûrik hinde peyvin zimanî dinivîsandin, carina seriyê xwe radikir, li 
vî alî û li wî alî dinêrî, keser dikişandin, di çavan de hêstir dicivîn…Wekî ew 
li hêviya hatina kesekî bû, çavrêya mirovek hezkirî dikir…
 
 Carekê li malpera me ya Kurdî - Erebî binêrin:http://peyam.eu  
û têde berhemên gelek hêjayan bibxwînin
http://cankurd.wordpress.com
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Têldest: (+49) 163 869 81 59
Navnîshan: DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany
Cankurd

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap