Hêjeyan, Kerem bikin bi nivîseke nû li gel we me. Silav û serketina we dixwazim. Bûbê Eser PSK Û PKK-BDP û HAK-PAR Bûbê Eser Herkes bas dizanin ku rêya çareseriyê bi destê rêxistin, dezheg û partiyên siyasî pêk tê. Loma jî ji roja welatê me hatiye perçekirin û heta roja îro me kurdan ji bona azadiya gelê xwe û çareserkirina pirsa wî, rêxistin, dezheg û partiyên siyasî yên nehînê, êrînî, sererd û binerd damezrandinin. Bi rê û pêsevaniya van dezgehên xwe em ji bona azadiya gelê xwe nesekînin û nasekinin heta ku welatê xwe bakurê Kurdistanê azad nekin. Lê tenê tistek heye ku divê em li ser wê rawest in. Li gor min ew jî ev e. Madem ku çareserî, azadi, demokrasî û rehetiya gelan di rêya rêxistiniyê de derbas dibe. Wê demê divê em jî qîmeta wan bas bizanibin. Divê em ji bîr nekin û bas têbigêhêjin ku tenê rêxistin dikarin welatan azad bike. Loma me kurdan jî ev kirî ye û me bi dehan rêxistin ava kirine û têk birine. Me rêxistin kirin weke dikanên xwe, dema kar nekir têk çûn. Me rêxistin kirin weke wargehên xwe, lê dema sênkakiya wê nema, ew jî êdî nehat bi karanîn. Me rêxistin kirin weke malên xwe û dema zarok yek bi yek zewicîn û çûn, pîrek û kaloyek bi tenê di malê de man, hat fêm kirin ku bi wan jî êdî nema tistên ku girîng e, bibe. Loma me kurdên bakur jî bi vî rengî û bi vê erk û berpirsiyarê em heta vê rojê hatin. Hê em nesekînin û ji bona azadiya gelê xwe di nava tevgerê de nin. Lê ya herî girîng ku em ji bîr dikin jî ev e ku em hê jî fêr nebûnin ku êdî em bi kesên kal û pîr ku di mal de bi tena xwe mane nikarin, azadiya gel bînin. Em hê jî fêr nebûne ku êdî wargeh xerabûye û hêsiniya wê hisk bû ku êdî ew neme dibe cihê rûhistinê. Em hê jî fêr nebûnin ku ew dikana ku êdî her roj zerarê dike, bigirin û ji bona xurtbûn an jî pêkhatineke din bikevin nava hewldanên nû ya ji bona hêzeke neteweyî û xurt. Baweriya min ew e ku dema em li ser vê bifikirin wê gelek rêyên ji bona çareserya pirsa kurd peyde bibin. Dema em bi aqilana li ser vê rawestin û xebatên ji bona azadiya gel ku berhemên xwe bidin dê bibînin. Loma jî em kurdên bakur divê êdî vê bikin. Divê em êdî gelekî bifikirin û carekê bikin da ku xebatên me bighêjin encamekê. Divê êdî em jî ji wan darên ku me bi destên xwe danînin, berhemên wan bixwin. Danîna daran bi destên hinan bû, lê xwarina fêkiyên wan wê berfirehtir be. Lê divê em vê encamê qebûl bikin û li gor wê karê xwe bikin. Kar çiye û divê em çi bikin? Ez ê li ser vê ranewestim ji ber ku herkes dizanin ku kar çi ye û divê kî/ê çi bikin. Mijara vê nivîsa min ne ev e. Lê êdî bi eskereyî û zelalî divê em kurdên bakur vê yekê qebûl bikin ku li welatê me niha du partiyên nehênî (bi dizî, binerd) mane. Rews û helwesta wan, nerîn û dîtinên wan, her kes li gor xwe sirove dikin û li gor xwe baweryê bi wan tînin an nîn. Loma ez dibêjim ku van partiyên ku mane, hê jî jiyana xwe ya rêxistinê bi awayekî dizî ango ne bi eskere didomînin û li gor wê karên xwe dikin. Ew jî PSK û PKK ne. Ez bi xwe dibêjim êdî dema partiyên bi dizî qediyane ji ber vê yekê ye ku ez ê li ser vê jî nesekinim. Tistên pêwîst erk û karên ku divê bêne kirin li gor min ev e ku divê em di rewsa îro de li bakurê Kurdistanê partiyên eskere xurt bikin. Em wan xurt bikin da ku bi rêya wan bikaribin azadiya gelê xwe bînin ango bibînin. Demokrasî û rehetiya gel bixulîqînin. Her em vê nekin wê gavê em ê bi xwe gunehkar bibin. Çima? Ji ber ku êdî rewsa welêt hatiye û xwe gihistiye merhale ku divê êdî karên me berhem bidin. Berhemdayina kar jî li gor min û di rewsa îro de bi rêya du rêxistinan ango du partiyên ku hene, dibe. Ji wan yek BDP (Lê li gor baweriya min BDP ne ji bona mafê kurdan, lê ji bona berjewendiyên sexsî û bêyî îrade xwe kar dike. Yanî îradeya wan di destê girtiyekî de ye. Ev yek jî li demê û li xebata gel nagunce. Ev cihê munaqeseyeke dine loma ez ê zêde li ser vê jî nesekinim) û ya din jî HAKPAR e. Divê em êdî serê xwe bi paçan mezin nekin û vê rastiyê qebûl bikin. Ji ber ku rastî tim ne li gor dilê me re ye. Qebûlkirina rastiyê zehmet e. Lê divê em êdî xwe fêrî vê yekê jî bikin û ji wan partiyên ku min bi nav kirin, kîjanê li gor xwe û nêzîkê xwe dibînin divê em bikevin nav û wê xurt bin. Xurtbûna partiyan kar û xwedî berpirsiyara wan ji mirovan pêk tê. Loma divê em mirov jî vê bikin. Heger em di roja îro de û di vê pêvajoyê de amade bin, em dikarin gelek merhaleyên bas bi dest xin. Loma jî tercîha min daxwaz û ya dilê min pistgiriya HAKPARê û di nava wê de cih girtin e. Ev nayê wê wateyê ku ez kar û xebatên, dem û dezgehên hene, partî û rêxistinên li gor xwe kar dikin, înkar dikim. Xebatên wan jî hêjane lê têr nake. Êdî divê herkes li gor vê bibin xwedî wûjdan, destên xwe bidin ser dilê xwe, bi mejiyê xwe bifikirin, bi çavên xwe bibînin û biryara xwe bi awayekî azad bidin. Ji ber ku hilbijartin nêzîk dibe û divê em vê carê jî weke carên din çend golan navêjin kaleya xwe. Li gor min di rêxistineke eskere de û bi hevre karkirinê pêvê, di sert û mercên îro, tu rêyên din tune ye. Ez vê jî di HAPKARê de dibînim. Heger hin rêyên din jî hebin fermo em bi hevre wan jî niqas bikin. Qelsbûn, ji hev belavbûn û ne li hevbûna me, karê dijmin rehet û ya hevalbendên wan xurt dike.
-- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.