Eniyeke Neteweyî di hilbijartina 2011an de 
Beşa sisiyan (III)
Bûbê Eser
Me kurdan tim û tim mînak û mîsal ji derve girtine û me her hewl dane û 
xwestiye ku em wan li gor şertên welatê xwe bixin jiyanê. Loma jî heta niha ev 
nebûye û nabe. Hûn dizanin çima? Ji ber ku her welatek xwediyê xwe û hin 
teybendiyên xwe ne. Her welatek xwediyê xwe adet û çandeke xwe ye. Her welatek 
xwediyê xwe siyaset û rêveberiyeke xwe ye. Loma jî mirov nikare bi mînak û 
mîsalên dewletên din, dewleteke kurdî ava bike. Nabe û ji xwe nebû ye jî. 
Ji ber vê ez dibêjim ku me kurdan heta niha kêm caran ji xwe, ji revberên xwe, 
ji zana û jêhatiyên xwe, ji nivîskar û bîrewirên xwe mînak wergirtinin. Lewra 
jî ev kêmaniyeke mezin ya me kurdan e. Heger me ev kiribana dibû ku îro şertên 
me û yên welêt hê pêşdetir bûya. Ji ber vê yekê ku êdî wext hatiye ku em ji 
xwe, ji miletê xwe, ji xelkê xwe, ji rêber û qehramanên xwe mînakên tekoşîna 
azadiya gelê xwe bigirin. Ez bawer dikim ku wê ev gelekî ji yên xelkê baştir be.
Loma ez dixwazim ji ber hilbijartinên ku wê di Hezîrana 2011an de pêk bê. Ji 
rêvebirên xwe yên başûrê Kurdistanê, ji  welatê xwe yê azad, ku bûye hêvî û 
rohniya gel mîsal û mînakên ku wan çawa kirinin û bi ser ketinin,  bigirim. 
Divê em li ser dîroka wan baş rawestin û bixwînin û tiştên wan ji bona 
berjewendiya gel pêk anîne bikin. Kesan bi qasî wan pêşmerge ji hev nekuştin, 
kesan weke wan dijminatiya hev nekirin. Lê dema rewş hat, hebûn û nebûna gelê 
kurd kete holê, bûne yek ango dest ji dijminiyata hev berdan û ji bona 
berjewendiya gelê xwe bi hev re kar kirin. Ev bû qezenca gelê Kurd.  Dema em jî 
weha bikin hûn bawer bin, em ê jî di demeke herî kin de bighêjin azadiya xwe.
Bala xwe bidinê, çi dema li başûrê kurdistanê eniya neteweyî pêk hat û dema 
şert jî xuliqînin başûrê welatê me gihişt azadiya xwe. Heger ew eniya neteweyî 
pêk nehatibûya û  çiqasî şert hatibana xuliqandin jî wê başûrê welatê me 
nehatiba azadkirin. Ev rastiyeke. Îcar gelo tiştekî weha li bakur heye ya na. 
NA gelekî bi rehetê dikare bibe bersîv. 
Li aliyê din dema em bala xwe didin rewşa başûr û Irakê, dibînin ku hema hema 
rêvebiriya welatê irakê di destê kurdan de ye. Çima? Ji ber ku di roja îro de 
li başûrê welatê me kurd ji bona berjewendiya gelê xwe yek in loma. Heger ev 
yekitî,  ev bi hevre karkirin û bawerî di nava wan da tunebûya. Gelo wê rewş 
dîsa wehabûya? Dîsa dibêjim NA. 
Çima min ev mînak da hûn dizanin gelo? Divê em kurdên bakur jî di hilbijartinên 
hezîrana 2011an de yek bin, bi yek dengî  tevbigerin. Em jî bibin dengê kurdan 
wê gavê em ê jî li Enqerê bi serkevin. Dibe ku em nebin rêveberê Tirkiyê, dibe 
ku em nebin wezîrên tirkan. Lê em ê bibin dengê kurdan û ew deng wê li hemû 
cihanê olan vede. Aha tiştê ji me  kurdên bakur lazimin ev e. Loma divê em jî 
weke başûrê welatê xwe eniya xwe ya neteweyî qe nebe ji bona vê hilbijartinê 
ava bikin. Ji bona hilbijartinên bên divê em siwana neteweyî vekin û kurdan di 
bin wê de bi cih bikin da em gelê xwe ji baranê biparêzin. Wê gavê em ê hemû bi 
hevre bi serkevin. Serketin bi yekdengî û bi hêza xurt dibe. Ew hêz niha tuneye 
lê peydekirin û avakirina wê gelekî hêsan e. 
De ka werin em vê carê weke carên din şaşiyan nekin. Tiştên ku em ê bi hevre bi 
dest bixin, bi paşiya destên xwe nedafînin. Da ka werin em vê carê bi 
yekitiyeke xurt û li gor berjeweniya gelê xwe di bin sîwana neteweyî de 
bicivîn. Ew sîwan bila bibe eniya kurdan. Ew sîwan bila bibe cepheya kurdan. Ew 
enî di şertên îro de û ji bona vê hilbijartinê HAKPAR e. Divê em ji navan 
netirsin. Bi navekî din jî dibe, lê îro şansa me heye ku HAKPAR dikare bi 
awayekî fermî bikeve hilbijartinê. Loma ez dibêjim HAKPAR. Êdî hûn dizanin. 
Heger hûn dixwazin fêkiyên xebatên xwe bixwin divê hûn vê bikin. Ya na ew 
fêqiyên xweş û bi team wê bibe xwarina gur, rovî, teyr û teban…
                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Attachment: binZ5QXuUawpT.bin
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap