Ji bona Xwedê min ji vê komê derxin. ev cara çendan e ez dinivîsim êdî ez nizanim!
silav û hurmet elîxan loran msn û mail: elixanlo...@hotmail.com elixanlo...@gmail.com Date: Tue, 8 Mar 2011 13:46:05 +0000 From: mamostema...@yahoo.fr Subject: {Diwanxane} Xalê Beşîr û Xalê google To: diwanxane@googlegroups.com Xalê Beşîr û Xalê google Cihan ji berê bêbext û bêewletir e. Di dewr û dewrana zarokatiya min de, bi rastî ji Qirna Navîn a gelên hemdem şes sed sal berê li dû xwe hîştibû ne cudatir bû, em li derve ji hirç û gur û maran, li mal dê û bav û apan, di nav nivînan de ji cin û şeytan û reşê şevan tenê ditirsîn. Ez dizanim ku dê hûn ê ji min pirsa tirsa ji Xwedê bikin... Belê, ew xwedayê agah û besîr, diket bîra me, gava em diçûn diziya xiyarên Xalê Beşîr... Me digot, ew pir û pir dilşewat û rehman e; lewma naxwaze ku çavê me di xiyaran de bimîne. Heke yek ji me bike jî şeytanî û fesadî; çer hebe hevalên din li ser me nadin şahedî... Muxbîr zêdetir be ji duduyan ; em ê li dû hev rêz bikin sond û lavayan. Nebe wê Xalê Beşîr li me bike çend şîretan; em ê biçin her du destan, heke li me nede çend şîlmaqan... *** Duh bi êvarkî ez li ber kompûtûra xwe ya delalî rûniştim û dest avit bişkokan; kir ku nivîsek bi ser bloga xwe de bişînim û pêşkêşî we xwendevanan bikim ... Wêy!Rebiyo, ev çi afat e, bi ser min de hatiye! Hevokeke sor û stûr dike tîpên xwe yên 24 pûnto bipekîne nav çav û rûyê min, Dibêje “ Gihiştina vê malperê, ji alî dadgehê ve hatiye qedexekirin.” Ez di cihê xwe de miciqîm mam. Kelecanek bi min girt.Guneh û xêr û tirs û bawerî û bîrdozî û dilsozî û konektî wêrektî; êdî di min de çi hebe yeko yeko hatin bîra min; tev bi hev re ketin ber qayişê; xiyarên xalê Beşîr, Xwudayê agah û Besîr, welatparêzî, kelemçeya polîsan, debara zarok û zênçan, pisîkên birçî yên li ber derî? Na weleh hebe tunebe berxwean! Lê ew kulm û şîlmaq û cereyan? Di dawiyê de min got hela serîkî li xalê google bidim, ka çi dibêje bo biryarê dadgehan; lê, di serî de min xwe şaş kir, jê pirsî cezayê diziya xiyaran... Derket rûpelek bi deh xalan neqişkirî; diziya xiyaran tenê tune... Yek bala min kişand; “diziya maçan qewimiye li ser blogan; Lewma tev hatine qedexekirin, bi destê dadgeran” Min rehmetiyê Xalê Beşîr bibîr anî bi hêstirê çavan, Bi ser de şand çend diayan... Mamoste Marûf -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.