Bochî dibêjinê Ezmanê zikmakî, neku Ezmanê makê?

Mamostayê hêja,

Eve pisyareka giringe, bo bersiva vê pisyarê û bersiva her pisyareka dî yak u 
bi kultur û ezman û toreyê her milletekî ve girêdayî, divêt mirov hizra xwe di 
bingehê her tiştekî da biket. Hindek pirsa ji xwe bikeyn, wekî bo mînak:-  Ev 
peyve ji kîve hatîye?  Me ji kê gulêbûye? Bochî em jî wî tishtî bikar tînîn?.
Eve peyveka kurdî ye. Heke em berê xwe bideynî, an jî ya rasttir ewe, hizra xwe 
di axivtinêt dayk û dapîr û bab û papîra da bikeyn, dê bînîn, ku ewan Ezmanê 
zikmakî yê bo Ezmanê dayikê bikar înay, û êşa zikmakî ya bo wan êşa bikar înay, 
yêt ku mirov ji despêka hebûna xwe pê naxweş, wekî bo mînak dibêjin: ((Filan 
kes di zikmak da yê şill û seqet bû)) an ((filan kes di Zikmak da yê Kerr bû)), 
(anku guh li denga anbît)).  
Ez neşêm bi duristî bêjim, ka milletêt dî jibilî (Ezmanê dayikê), çi navê dî bo 
danaye, lê 
ez dibînim ku tiştekê gelek cane, ku kurda (Ezmanê Zikmakî) bikar înay, ji  ber 
ku ew pêtir digel wê rastîyê ye, ya ku nuke zana û bisporêt ezmanê rove (îsbat) 
kirî. Ew rastî jî ewe, ku hêşta zarok di zikê dayika xwe da, hay ji wî ezmanî 
heye û wî ji ezmanêt dî cuda diket. Lewra jî Ezmanê zimakî ramana dirust didet, 
ji ber ku, li ser hindê ra ku Ezmanê Makê ye, anku Ezmanê dayikê ye, dîsa ew 
Ezmane, ewê hêşta zarok di „Zikê“ dayika xwe da fêl dibîtê. Eve jî babetekê 
dirêje, min di gotareka xweda, di Avstakurd da yê diyar kirî. Heke hûn hez 
biken hûn jî dikaren bibînin.

Eve jî ew gotare:
 Ezmanê dayikê bixwe yê standartkirîye
 
                    Dewlet Elî 

di Malpera Avestakurd da.


Rês û Silav
D.E.



-------- Original-Nachricht --------
> Datum: Tue, 8 Mar 2011 18:45:40 +0000 (GMT)
> Von: Cankurd <kurdistani...@yahoo.de>
> An: diwanxane Group <diwanxane@googlegroups.com>
> Betreff: {Diwanxane} Pirsek ji hostayê me hêja Yilmaz

> Pirsek ji nivîskarê me yê hêjaMaruf YILMAZ, ku di welatperwer.com de
> ev gotar  
> belav kiriye ((Roja Zimanê Zikmakî yê Navneteweyî- 3 Mart 2011 par
> genelce - )) 
> 
> 
> -Bira ev peyva "zikmakî" ji ku ve hatiye...Mak bi xwe jêder e, bo çi bi
> ser ve 
> "zik"?
> Bi rast, bo min ev "zik" di vir de bê eger e...Kê pêda kiriye, ez
> nizanim, dibe 
> jî peyveka biyanî hatiye wergerandin. Ez dibêm wê çêtir be, ku em
> tenha "Zimanê 
> makî" an "Zimanê dayîkî" bi kar bînin...Hûn çawa dibînin?
> Silavek ji dil
> Cankurd
> Lêktorekî zimanê kurdî ye
> (Belge ji shaxê Rojhilatnasiyê li Zankoya Bonnê/Almaniya dawiya sala
> 2010 
> standiye)
> 
> 
> 
> 
> 
> 
> 
> 
>  Carekê li Bloga me jî binêrin:
> http://cankurd.wordpress.com
> Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
> Têldest: (+49) 163 869 81 59
> Navnîshan: DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany
> Cankurd
> 
> -- 
> -  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u
> rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret 
> qedexe
> ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
>  
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>  
> -  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik 
> taninir.

-- 
Empfehlen Sie GMX DSL Ihren Freunden und Bekannten und wir
belohnen Sie mit bis zu 50,- Euro! https://freundschaftswerbung.gmx.de

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap