Merheba Kekê Abdulqadir, Li herêma me "hale hale" nayê bikaranîn. Di hevoka we de di şûna " hale hale " de bêdudilî mirov dikare "lê" bikarbîne. "Min dixwest ku çûbûma mala wan, lê wî ev nedixwest." Di hin hevokan de “ lê” bi peyva “mixabin” bête bikaranîn wê demê dibe halbûkî: Ew rexneyên ku min lê dikir wek neyartî didît; lê mixabin min pir jê hezdikir. (hezjêdikir?) Bi vê munasebetê ez sipasiyên xwe pêşkêşî we dikim ku we di warê danûstandina peyvan de vê riya xêrê vekir. Ez jî dixwazim pirsek ji we bikim. Gelek kurd di şûna "bana göre" ya tirkî de peyva bi nîvî tirkî ya "li gorîmin" an " bi gorî min" bikartînin. Ev şaş e û di şûna wê de divê " bi ya min" bê bikaranîn. ( carinan “ez bim” jî dibe) Lê gava tiştên şênber( konkret, somût) dibe mijar, xeynî peyva tirkî ya “gorî” ez tiştek nabînim. Wek mînak Ez geriyam negeriyam min şalekî gorî xwe nedît.( li bedena min bibe, li min bibe, li min werê?) Li herêma me “anegorê(î) xwe” jî tê gotin. Mirov di şûna “gorî” dikare êdî çi bibêje? Gengeşiyeke din jî li ser lêkera “ min got qey=sanmak” e ku li herêma me “ji mintrê” heye û bi ya min ev qalibeke pir û pir girîng e. Ji mintrê tu Hesenê kurê Huznî yî... ( ji tetrê, ji wîtrê, ji wêtrê, ji metrê, ji wetrê, ji wantrê, ) Lê herêmên din ez pir kêm rastî vê qalibê hatime. Gelo hûn jî “trê”ya me dinasin? Rastenivîsa wê weha ye, an bi awakî din jî tê nivîsandin? Bimînin di xweşiyê de
--- En date de : Ven 11.3.11, Abdulkadir BİNGÖL <abdulkadirbin...@gmail.com> a écrit : De: Abdulkadir BİNGÖL <abdulkadirbin...@gmail.com> Objet: Re: {Diwanxane} Evdilhemît bû Mehmet Akîf dûre Erbakan -1- À: diwanxane@googlegroups.com Date: Vendredi 11 mars 2011, 12h55 Zor spas bo wê agahîyê mamosteyê hêja. Ez ê pirsekê bikim: Em ji dêl peyva "halbukî" yê ve çi bikarbînin baş e? Ez dikarim vêya bêjim babê min î gorbihişt ji dêl wê ve "hale hale" digot. ez jî carcaran wêya bikar tînim, lê nerm jî hin hin rexne têne min. Wek mînak. "Min dixwest ku çûbûma mala wan, hale hale wî ev nedixwest." Ka nêrîna we ya hêja ya derbarê vê çendê de çî ye/çawa ye? 2011/3/11 sadi maruf <mamostema...@yahoo.fr> Eleykumesselam kekê Abdulqadir, Bi rastî ev peyv li cem me jî, çawa ku we gotiye wek “korfeleqî” tê bikaranîn. Min parîkî serê xwe li ser êşand, di ber xwe de got; ev ji du peyvan pêktê. Ya serî kor e, ya dawî feleq... Kor jixwe kor e; feleq? Di ferhenga biçûk a bi min re bû de ez rastî vê peyvê nehatim; lewma min got teqez ev felek e lê, di devoka herêma me de bûye feleq... Piştî e-maila we ez têgihîştim ku ew bi tenê li herêma me na, li gelek deverên din jî tê bikaranîn û bûye malê zimanê Kurdî. Lewma ez ji guherandina wê poşmam bûm. Bimînin di xêr û xweşiyê de --- En date de : Jeu 10.3.11, Abdulkadir BİNGÖL <abdulkadirbin...@gmail.com> a écrit : De: Abdulkadir BİNGÖL <abdulkadirbin...@gmail.com> Objet: Re: {Diwanxane} Evdilhemît bû Mehmet Akîf dûre Erbakan -1- À: diwanxane@googlegroups.com Date: Jeudi 10 mars 2011, 5h06 Selamûn eleykûm mamosteyê hêja, Min di nivîsa te de "korfelekî" dît. Gelo ev têt çi wateyê?. Lewra li ba mê ji dêl wê ve "kofeleqî" tê gotin. Gelo kîjan rast e. Her çiqas ez bêhtir ya te rast dibînim. lê ka min şîrove bike. Dubare silaên biratîyê. 2011/3/9 sadi maruf <mamostema...@yahoo.fr> Hevalên Hêja, Min vê nivîsê li ser bloga xwe weşandibû û bo xwendinê lînka wê ji we re şandibû. Lê korfelekiya şeytan, heman rojê hemî blogspot ji alî dadgeyên Tirk ve hatin satengkirin. Ev yek bi serê xwe bêdadî ye lê, çi bikî xeynî nivîsandinê ji dest tişteke nayê... Dema we tim xweş be. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.