Mêrê keçel Cankurd, 4. Oktober 2011 Mêrekî keçel carekê Dilê xwe da bû keçekê Roj çûn û şev derbas bûn Herdu, bi hevdu, pir şa bûn… Dawî, Karwanek ji dûr ve hat û vêre jineka qanat… Mêrê keçel ji ber hejariyê Bû berdestê wê horiyê û jêre kete nav kar û bermaliyê Xanimê ji mêrê keçel hez kir Bi destê wî girt û bi dilpijînî ges kir… Mejiyê wî…û teviya jîna wî tev li hev kir. Mêrê keçel bi wê re kete avê carekê û ji nişka ve bû girtiyê davekê Xanimê jê xwest, dilê xwe jê re bîne û wekî kewekî gozel li ber wê dîne An jî… Berdana wî ji dava hevrîşmî tew nîne… Mêrê keçel çû ba keça ji zû ve dilbirî Ji wê lava kir û pir bi ser de girî… Keçê gotê: ‘‘Keçelo, te dilê xwe giş da min. Tu yê çawa ser ji nû ve bistînî, diyariya min?‘‘ Keçel gotê: ‘‘Delalê, ka bide min, tenha niviyê dilê min Heger tu nedî, eve dawiya jîna min.‘‘ Keça dil tijî bû ji kînê û hat dagirtin bi nevînê dest avêt kêrekê Li sîngê wî da, carekê Kêr bi jor ve hilda Bi xwîna mêrê keçel ber çavê xwe kilda û nîvê dil wî jêre xist nêv desmalekê Mêrê keçel seriyê xwe carekê hejand Belê mirinê rê ji ber çavan revand… Ji wê rojê ve, Ji ber wê yekê ve, Kesekî keçel nema hez dike bêtir ji jinekê Da nekeve davekê û dilê xwe nexe ber tîjka kêrekê... Carekê li Bloga me jî binêrin: http://cankurd.wordpress.com http://www.facebook.com/madmiro1 http://kurdax.wordpress.com
Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bênLi gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat Têldest: (+49) 163 869 81 59, DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany Cankurd >________________________________ >Von: "arjenar...@yahoo.com" <arjenar...@yahoo.com> >An: "diwanxane@googlegroups.com" <diwanxane@googlegroups.com> >Gesendet: 0:47 Mittwoch, 2.November 2011 >Betreff: {Diwanxane} Helbestek: Allahû ekber > > >Silav; >Bi hestén herî xemgîn helbesta bi navé 'Allahû ekber' péşkéşî we dikim: > · >Allahû ekber > >keftar î keftar >çar kenar, har î har >bicivin li termé min >vegijgijînin bi diranén berazî >min bikin qet qet >min bikin piç û parî! > >ne cendekekî heram im, ne kelaşekî nicis: >goşté qewmekÎ me, welatek im >di mélaka min de nikulén dasî >hilqetînin roviyén min >heta bi hinavén min derxin >we bivé germ germ bixwin >we bivé gep bi gep, bi sarî! > >piştî her luqmé, piştî her parî >bişikirînin, gur gur bizûrin >li ser 24 termén hişketer >beré xwe bi jor ve kin >û bibéjin ‘Allahû ekber’! > > >A.Arî > > > >Li gel silavén ji milké dil >Arjen Arî -- >- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu >Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u >rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret >qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. > >Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > >- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. >Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. >Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. > > > -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.