*Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn - 1*CIZÎRA BOTAN, 23/12 2011 -- Li navenda
Cizîra Botan hetanî demên dawî îstîsna ne tê de şûkirin bêyî ko kurik û
keçik hevûdin bibînin çêdibûn. Qaşo li gorî ola îslamê tevdigerîyan û ji
ber wê çendê boyî hevdîtina kur û qîzên ko berendamên şûkirinê bûn astengî
derdixistin. Hal bi hal fermanekî ola îslamê ya ko hevdîtina herdu aliyan
qedexe bike tune, dijane, îslam di vê mijarê de erka teşwîqê jî digere ser
xwe.

Dema berê di dawet û dîlanan de jin û mêran cuda cuda govend digirtin û
direqisîn. Ji ber wê çendê derfet ji mala kurik re çêdibû ko bihatina di
dîlanan de yan jî di geşt û seyranan de qîzeke bi dilê xwe bineqandana. Ew
malbata ko dilê wan ser hebûya ko kurê xwe jin bikirana jinên xwe dişandin
dawetan û çavê xwe li qîzikan digerandin. Eger li wan dawet û dîlanan de
qîzeke li gorî dilê xwe bidîtina ji wê demê û şûn de pêvajoya xwestin û
xwazgînîyê destpê dikir.
http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?PictureNr=11077&RubricNr=24&MemberNr=36&ArticleNr=6392

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Reply via email to