*Mela Seîdê Kurdî û (ne)seyîdbûna wî**>> Seîdê Kurdî*CIZÎRA BOTAN, 21/1 2013
-- Di nav gelê Kurd de gelik alimên dînî yên navdar derketine. Medreseyên
Kurdistanê hetanî van salên dawî jî ji aliyê tedrîsatê ve bi nav û deng
bûn. Alimên kurdan yên evîndarê ilm û irfanê digel hemû zulm û zordestiya
ko li ser wan dihat meşandin jî ji tedrîsata dînî xwe nedane alî û herdem
xizmeta dînê Îslamê kirine.

Yek ji wan aliman jî Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî ye. Seîdê Kurdî di sala
1876-yê de li gundê Nûrsê yê Hîzana Bedlîsê ji dayik bûye. Navê babê wî
Mîrza, navê diya wî Nûrê(1) ye. Di medreseyên Kurdistanê, li cem alimên
herêmê perwerdeyiya xwe kuta kir. Di demeke kurt de bû alimekî navdar. Ji
ber ilmê wî yê zêde ji teref alimên herêmê ve leqeba "Bedîuzzeman" jê re
hat dayîn. Ûstad di sala 1926-ê de ji aliyê hikûmetê ve bo herêma Rojavayê
hate mişextkirin. Piştî wê dîrokê hetanî wefata wî êdî hatina wî ya bo
Kurdistanê hate qedexekirin. Bes beriyê wefata xwe demeke kurt bêyî destûr
vegeriya welatê xwe Kurdistanê, bajarê Rihayê. Di sala 1961-ê de li vî
bajarî çû ser dilovaniya Xwedê.
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=7362#.UPzkDCe9RdQ

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Reply via email to