*Min gelek bêrya te kirye…*




*Min gelek bêrya te kirye*

*Min divê tu bêyî yar*

*Hesretê hiş tev de birye*

*Min divê tu bêyî yar*



*Were da têr têr bibînim*

*Ez li ber ranê te rûnim*

*Hesreta salan derînim*

*Min divê tu bêyî yar*



*Va temen çû ber bi jorî*

*Umrê xêr tev da bihorî*

*Ka were hey ez bi gorî*

*Min divê tu bêyî yar*



*Mecnûn im bo min tu Leylê*

*Bil te nakim ez çu meylê*

*Gel te kin em heylê heylê*

*Min divê tu bêyî yar*



*Hê heyat mayî li çavan*

*Hê qewet mayî li gavan*

*Ez dikim dua û lavan*

*Min divê tu bêyî yar*



*Wer birîna dil bibîne*

*Jê dizêt her zox û xwîn e*

*Bê te derbas nabe jîn e*

*Min divê tu bêyî yar*



*Were tu ey xwînşirînê*

*Da ku derman kî birînê*

*Hem biseknînî girînê*

*Min divê tu bêyî yar*



*Ez nesaxek pir bêhal im*

*Şev heta subhê dinalim*

*Rondikên çavan dimalim*

*Min divê tu bêyî yar*



*Amed û Şirnex û Wan î*

*Qers û Bedlîsa cuwanî*

*Hem Cizîra Bedrêxanî (Bedirxanî)*

*Min divê tu bêyî yar*



*Da bikin em keyf û seyran*

*Em li hevdu bibne heyran*

*Hêj Ziraîl nehtî ser can*

*Min divê tu bêyî yar*



*Da giyanê Xanî xweş kin*

*Pakrewanan tev rûgeş kin*

*Dijminan êşa lareş kin*

*Min divê tu bêyî yar*



*Da biçin ser kohê Cûdî*

*Dest biavên saz û ûdî*

*Qîr bikin merş û sirûdî*

*Min divê tu bêyî yar*



*Em biçin Ameda rengîn*

*Da bibit çûna me dengîn*

*Baxêvin Kurdiya zengîn*

*Min divê tu bêyî yar*



*Da bikin em cejn û îd e*

*Ku ji nû ronî be dîde*

*Şa bibit rûhê şehîd e*

*Min divê tu bêyî yar*



*Va mirin hat bûye nêz e*

*Ka li halê min ke mêze*

*Min nema hîlet û hêz e*

*Min divê tu bêyî yar*



*Tirse bimrim te nebînim*

*Wan rojên reş bîrî bînim*

*Ez ji qehran şubhê dîn im*

*Min divê tu bêyî yar*



*Dilkul im ez dil-şewat im*

*Bo dused sal bê welat im*

*Qet nema sebr û tebat im *

*Min divê tu bêyî yar*



*Dilbikulê Cizîrî *

*09 Reşemî 2015*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap