Nimêjê Bihêle Hêviya Babê wî


            Gundiyek tête Cizîrê û bi wesîleyekê dielime nimêjê. Ji ber ku
heta wê demê haya wî ji nimêjê nebû, dema elimî gelek li hesaba wî tê.

            Dema karê xwe yê Cizîrê qedand û çû gund, mala xwe, pêşî gote
kurê xwe yê mezin:

            -“Deyneke kurê min, ez çubûm bajêr, ez elimîme nimêjê. Nimêj
tiştekî gelek baş e. Ez dibêjim, tu jî nimêj bike.

            Kurê wî ev pêşniyaza babê xwe holê bersivand:

            -“Babo, ev nimêja ku tu behsa wê dikî gelek baş e. Lê belê îşê
min gelek heye. Zemanê min yê nimêjê nîne, hema here bibêje birayên min yên
din, belkî ew bikaribin nimêj bikin. Babê wî diçe cem birayê navê, bes ji
wî jî bersiveke eynî wek ya wî werdigre. Vê carê diçe cem birayê biçûk û jê
re holê dibêje:

            -“Kurê li min binêre, her du birayên te jî ev pêşniyaza min red
kirin; qeneve ka tu nimêj bike. Dema babê wî ji kurê xwe biçûk jî eynî
bersiv stend, holê got:

            -“Bi Xwedê kim, min dizaniya, hûn dê vêya jî bihêlin hêviya min
ve.





Eve helbesta vê pêkenînê: Nimêjê Bihêle Haviya Babê wî.





Belengazek ji gund hatbû Cizîrê

Cizîra ku cihê mîr û gizîrê.



Nekir bû wî heta wê dem nimêj e,

Ji lewra kes nebû jê ra bibêje.



Dema hat û nimêj nûka wî nasî,

Wî dest pê kir we hem jî pir esasî.



Ji ber ku rastiya nimêjê fam kir,

Dema çû mal li wir jî wî dewam kir.



Hebûn sê kur zilamî wî li gundî,

Belê her sê jî cahil bûn, nexwendî.



Zilam cara ewil çû yê mezintir,

Ji bo na ku nimêj kit ew wî behs kir:



“Kurê min ka li babê xo binêre,

Nimêj bik ev ji bo te gelkî xêr e.



Dema ez çûm Cizîrê min wê zanî,

Ji lew min ev diyarî bo we anî.”



Go: “Babo, tu dizanî xwedyê kar im,

Îfaya vê wezîfê ez nikarim.



Birayê min biçûk belkî bikit vê,

Tu her cem wî jê re bikî behsa wê.”



Zilam çû nik kurê xwe yê dûyemîn,

Vekir behsa wê ku jê bibte emîn:



“binêr babê xo, lawo;” gotê babî,

“Eger ya min bikî fîlhal dê rabî,



Nimêja xo bikî, dev jê neberdî,

Ji bo kirnê nekî esla nemerd î.”



Gotê “yabo, eva han tiştkî baş e,

Gelek feyda wê bona can û laş e.



Le ez çi’b kim îşê min gelkî zor e,

Ne mimkun ku ji bo wê bê te dor e



Diçim cotî, diçim daran, diçim aş,

Hetanî şev ne ruh dimnit ne jî laş.



Dema min tev dibit derbas bo jîne,

Zemanê bo nimêjê jî qe nîne,



Birayê yê min yê dî jê ra bibêje,

Dibit ku ew îfa bikit nimêj e.”



Ji cem wî çû kurê dî kir ziyaret,

Jê ra behs kir ji Qur’an û ji ayet.



Gotê lazim bikî tu vê nimêjê,

Tu dê hingê jê seh kî tam û çêjê.”



Wî jî ev pêşniyaza babî ret kir,

Wî awayî ewî jî karkî bet kir.



Go: “ev tişta te kir behs min qebûl e,

Belê emma çiqas min heye şûl e.



Nikarim ez serê xo têr xwerînim,

Zemanê min nînin ku bîstkê rûnim.



Dê çawa karibim kim ez nimêj e,

Eva hanê ne rast e, ka tu bêje ?”



Ji ber ku vê cewabê dil gelek sot,

Dema ku xwest biçit bu lawkî ho got:



“Ewil jî min dizanî hûn vê nakin,

Ji lew qet hûn ne yên camêr û çak in.



Fihêt nînin li cem we hûn vî karî,

Dihêlîn hêvîya min kal û jar î.”

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap