Di biçûkatiya me de dê, bav, met….û xaltiyên me her êvarê wexta raketinê di
nav cihan de ji me re çîrok vedigotin, wexta ku çîrokên xwe diqedandin me
jî digot “Dayê yekî din jî, dayê yekî din jî bibêje…” ku disa ji me re
digotin an dûbare dikirin  em pir pê  kêfxweş dibûn û diketin nava xewa
şîrîn.

Çîrok ewqas xweşbûn ku em bi xeyalên xwe war û diyarên ku me qet nedîtibûn
digeriyan, cinawir û heywanên ku me qet heyal nedikir me ditît. Em di bin
bandora wan çîrokan de diman. Ku dibû sibe jî bandora çîrokan hîna li ser
me didomî, bi wê kêfê dijiyan û em dîsa  li benda çîrokên êvarê bûn.

Pîr û kalên me her çiqas nexwenda bûn lê çanda me ya dewlemend tûrikê
xeyalên wan de bi çîrok û meseleyan tijî bûn, pîr û kalên me her yek bi
sere xwe wekî çîrokbêj bûn; Xeyalên zarokên xwe berfireh dikirin û bûyerên
qewimî ji zarokan re digotin. Zarok jî jê sûd werdigirtin û pê kamildibin.

Îro jî her roj em bi ro an êvaran em bi rêzefîlim,  belge fîliman an bi
fîlmên qartonî dijîn, êdî em nizanin çîrok çi ye. Ewqas em bê çîrok dijîn
ku çîrok ji me û zarokên me re wek tiştê beredayî tê hesibandin. Çîrokên me
yê cewher û bi şîret; Çîroka Şêr û Kerguh(Kîvroşk), Çûka Keko Peko(Pepûk),
Şahmaran, Zembîlfiroş, Çîroka Kêz Xatûn, Çîroka Mar û Rêwî, … êdî tew nayê
bîra me.

Îro dê û bavê me dîsa çîrokan dizanin, em hindik zanin, zarokên me jî tew
nizanin, sibê jî wê newiyên me hîç nizanibin. Çareya vê  divê her mirov her
çiqas nikaribe bixwîne jî lê ji dê û bavê xwe an ji pîrên xwe çîrok bielime
û ji zarokên xwe re bibêje ku çîrokên me wenda nebe.

Ji bajarvaniyê û ragihandina teknolojiyê çîrokên me her roj wenda dibin. Ev
rewşa çanda me ya çîrokan wenda dike. Em jî bi filimên biyanî, çanda
Laîsizmê û biyaniyan mezin û kal dibin.

Teknolojî baş e lê divê Kurd jî teknolojiye bikar bîne û çîrokên xwe bi
fîlîm û deng an jî bi rêya çapameniyê pêşbixe…

Çanda gel, heş û bîra gel e. Edet, dîrok, bîr û bawerî… çanda devkî di
çîrokan de dije. Kîjan dewlet dev ji çanda xwe berdaye ku em çanda xwe ya
dewlemed piştgoh bikin.

*Paşa Amedî*

*(Ev nivîs di malpera www.candname.com <http://www.candname.com> de hatiye
weşandin.)*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Attachment: Paşa Amedî.docx
Description: MS-Word 2007 document

Cevap