Wê dema ku li Cizîrê edexe hebû:

Ax Cizîra Botan im
Tu yî ruh û rewan im

Min bêriya te kirye
Te hiş ji ser min birye

Dê kengê te bibînim
Li çayxanê te rûnim

Herim Mem û Zîna te
Têr hilkêşim bîna te

Ji Dîclê vexwim avê
Bil wê avê min navê

Li Cam’a te kim nimêj
Ji nimêjê bigrim çêj

Nebî Nuh kim ziyaret
Ew ji hişê min naret

Bigerim li Sûka Nû
Çend rojan pey hevûdû

Herim ser Birca Belek
Gazî kim xayîn felek

Çima te li me ho kir
Qiyameta me zû kir

Her der te kir xerabe
Dikan man bê derabe

Şewitîn mal û xanî
Ji bin ban ta ser banî

Te tînim ber çavê xwe
Memleketê bavê xwe

Tînîm navê te’y şirîn
Qîr û hawar û girîn

Dikim ax û dikim wax
Heta saxim heta sax


Dilbikul
25.01 2016

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap