Wê dema ku li Cizîrê qedexe heyî


*Min bêriya te kiriye*



*Cizîra min bi Xwedê*

*Min bêriya te kiriye*

*Wekî dê û weledê*

*Min bêriya te kiriye*



*Girîn û qêrîna te*

*Derd û xem û şîna te*

*Beko, Mem û Zîna te*

*Min bêriya te kiriye*



*Wê germ û havîna te*

*Misk û ember bîna te*

*Cam’e, xutbe, îna te*

*Min bêriya te kiriye*



*Medreseya te ya Sor*

*Ya di bin de tijî gor*

*Mîr’elî û Kelh û Tor*

*Min bêriya te kiriye*



*Şahrê û kolanê te*

*Êş û qehr û janê te*

*Av û hewa, nanê te*

*Min bêriya te kiriye*



*Birca te Beleka te*

*Şansa te feleka te*

*Rûniştam kêleka te*

*Min bêriya te kiriye*



*Mizgefta taxa Sûrê*

*Ya ez her dem li dorê*

*Jê dûrketim bi zorê*

*Min bêriya te kiriye*



*Meqbere, cebana te*

*Bêxwedî mana te*

*Govend û strana te*

*Min bêriya te kiriye*



*Wê çaryana çaralî*

*Ka ketiye çi halî*

*Dilkul bo wê dinalî*

*Min bêriya te kiriye*



*Dilkul*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap