*Ev Bû Zemanek Pir Dirêj…*
*Ev bû zemanek pir dirêj ez aşiqê bejna te me* *İşqê kirim sewda û gêj têm û diçim wek sersem e* *Dewr û zeman derbas dibin qet min xeber nîni ji wan* *Lew ez nizam roja henê ew çarşem e yan pênşem e.* *Ser ta qedem bûm ez birîn xwîn û edap jê tête xwar* *Min kes nînin derman bikit deynit li ser da melhem e* *Çendî ezap min dîtibe ber vê evîna dilşewat* *Qet ez jê nabim dilgiran va hêjî ez ser ya xwe me* *Şev ta seher nalîn û ax qet kêm nebûn carek ji min* *Lew hundirê min tev şewat teşbîhê agrê Cehnem e* *Xewn û xeyalê min ew e roj û şev û gav û seet* *Bawer bikin ez dilberê nakim jibîr yek hurdem e* *Sibhê heta danê êvar qêr û girîn karê min e* *Wer hûn fekin hêstir ji çav çawa dizen herwek çem e* *Ya ez kirîm jar û reben çavên reş û bejna şepal* *Ya ez kirîm mecnûn û dîn dêmên di sor û perçem e* *Ew badeya destê wê da ger jê vexwim qurtek tenê* *Sondê dixwim dê bim cuwan çendî hebit tê da sem e* *Wer hûn ji min pirs kin evîn da ez ji bo we hel bikim* *Hûn zen mekin işqa di min kêmtir ji ya Qeys û Mem e* *Ez her dibêm dê her bibêm hetta mirin bêtin bibêm* *Da xelk nebêjin Dilbikul derheq evîne bêxem e.* *Dilblkulê Cizîrî* -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.