Helbesta Zimanê Kurdî
Ev zimanê Kurdî xoş e, ê dixwînit destî sax, Bêhisab xweş tê li goş e, wek gula bostan û bax. Ew zimanê min esîl e, ew ji bo min her delîl e, Lê îro ew maye dîl e, sed hezar hesret û ax. Roj bi roj têt herifandin, lew ku nayê ştexilandin, Şubhê berfê tê helandin ya li ber tava Tebax Bê wê ez nakim tu hedr e lew li ba min pir biqedr e, Rohniya wê şubhê bedr e, bo rêya min ew çirax Ew zimanê min ê Kurdî, dûrî min kir wî zigurdî Xistim ez nav êş û derdî, lew gerandim ez nesax Wek gulê rind û delal e, wek Yusuf sahib-cemal e, Wê bikartînim li mal e, dê dewam ket dewr û çax Min ji dayka xo bihîste, wê dema hêj min dilîste, Ew ji bom in xoşewîst e, bê wê ez nakim semax Ev zimankî xêr û bêr e, avjînê her dem didêre Dê şîfayê bînte jê re, ger vexwit jê yê nesax, Dê wê bigrim ez biseyd e, ger jê dûr bim, wê bixeyde Dewlemend e, lê çi feyde, zaliman ew kir yesax Zaliman lê kir neyarî, lew tê axaftin veşarî, Dest jê bernadim tu carî , ger bêkuştim bim kelax Dilkul im min kerye doz e, lew dizanim pir pîroz e, Hem li ser min ehd û soz e, bikme hîn wê tax bi bi tax Dilbikulê Cizîrî -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.