Helbesta Extiyariyê….
Umrê min hilket çû şêstê êdî ez bûm extiyar Lê çi heyf û sed mixabin nû ji xabê bûm şiyar Êdî şeh nakim wê porê lew sipî bû şubhê berf Hinde çit hê wê sipî bit heft xwezî par û pêrar Qof bû pişt, simbêl jî şor bûn çav nema qet têde nûr Guh êdî nabhîze dengan, lew divê yek kit hewar Tansiyon jî bûye hîper hem kolestrol û şeker Hersêkan dest dane hevdu wek li min bûbin neyar Çokê min jar û zeîf bûn lew di destê min kopal Ez neşêm rabim bi serxwe lazim ez çim ber dîwar Leqleqa taxma didanî xew li min kirye heram, Bil ji wê koxka mîrate ya ji mêj ve bûm duçar Dilbikul ev holê hatye wê dîsa holê biçit Qet meraq bo vê nekî tu bes binêr tu zulfê yar Dilbikulê Cizîrî -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.