Saeta te xweş be mamoste.
----- Özgün İleti -----
Kimden : diwanxane@googlegroups.com
Kime : "diwanxane" 
Gönderme tarihi : 23/01/2010 5:17
Konu : {Diwanxane} Kurdên serhişk û pozbilind re
Kurdên serhişk û pozbilind
re

Me
ji bav û kalan pir  bihîstiye; “ji me gelek  kes hene ser hişk û 
poz bilind
in...†

Erd û ezman jî bê xwarê, tu kes nikare tiştek bike serê
wan.

Ew, bi qewlê Voltaire êdî “ opposé incorrigible†in; bi
kurmancî mirov dikare bibêje “dijberên bêderman†
in.

Ma
heyran ev 40 car e ez dinivîsim.

Hûn  dibêjin qey
pîrika we ya 90 salî ya dilşewat, lê kor û nezan dibêje, hûn paşguh
dikin.

Hin kes jî hene wek mirovên me yên reben ên 30 sal berê ( ew,
gava  mamoste û bijîşkek
bigota ez Kurd im, di cih de lê vedigerandin digotin: heşayî te. Tu
xwendeyî; tu çima kurd î! Di ber xwe de jî dikirin pilepil û digotin:
“-Kurd û toxtor! An Kurd û muelim!) di kûrahiya mejiyê xwe de vê
baweriyê dihewînin; “- gotarên bi Kurdî û zanistî!


Ew
dibêjin qey tiştên  bi
Kurdî têne nivîsandin çîrok û xewroşk in!


Alman dibêjin; “hin mirov hene mejiyê wan di çavên wan de
ne† Baweriya wan bi têgeh û fikr û ramanan
nayê.

Kurdên famkork û serhişk û poz bilind jî digel 50 hezar
miriyan,

bi
deh hezaran birîndaran,

Bi
mîlyonan  penaberan,

hêj têdernexistine ku ew di şer de
ne!

Jiber ku ew bi, çavên serên xwe şer
nedîtine.

Di
şer de her netew, her gel bo serkeftinê bi qanûn û zagonên taybet tên
birêvebirin. 

Wek mînak demoralîzasyona gel sûcekî pir mezin
e.

Reş kirin û bêrûmet kirina  şervanan  ji
wê jî girantir e.

Ew
kes wek xayîn û noker  tên
hesibandin û gelek caran bi darvekirinê tên ceza
kirin.

Guhsistên me ji rewşa xwe ya awarte bêhay in.


Ew
serçivîk her tiştî pir zû jibîr dikin. Zilm û zordariya dijmin
jî

 wisan...

Çend meh kes neyê kuştin dibêjin qey peymana aşitiyê hatiye mor
kirin; gelê wan ji dagirkeran rizgar bûye!  

 

Tu
dibêjî qey gerîla û serok û sazûmankar û serokê  tevgera azadiyê 
dike ( wek
ergenekon û artêşa tirk) desthilatdariyê ji destê sivîlên
Kurdistanî bigire, ew wana bi dîktatorî û bi darbekariyê sûcdar
dikin, hezar çêr û dijûnan bi ser wan de birê
dikin!

Ma
lawo, hûn in gerîla ne. Êdî tu hêzeke we ya neteweyî heye?


Ne
ji wan be, kî we dike şÃ»na mirovan? 

Ew
nebin kî guh dide we? Bi xêra wan e ku hûn, wek Pehlewanên derewîn
vir de wê de davêjin dewletê, kes dengê xwe nake...


Ma
dijmin nizne, hûn nikarin mêş jî berdin ser gûyê
wî!

Neyê hesabê wî, ew 
di saetekê de we li ser hev dicivîne, wek 1980’an de kir, ser
û guhên we dişikîne, we keloxaşÃ® dike,  rojê pêncî caran  bi 
we “ emret qomitanim†  û “ sirûda xwe ya neteweyî† dide
gotin!

Ev
kurdên  xwe dijber
dihesibînin bi gelemperî ewqas kerr û gêj in ku serokên tevgerên din
ên Kurdistanî yên reben ên nikarin gundekî jî bi rêxistin bikin
dikin şÃ»na Ocalan!

Lawo, ma bi we re hîç hiş û wîjdan, çav û rû
tune?

Sih sal berê, li seranserê Bakûr  çend hezar kes bi zanetî li 
nasnameya xwe xwedî
derdiket?

Çend kes bê şerm , bê kompleksa xwe biçûkdîtinê di civakê de
radibû digot “ez Kurd im†

Gelo Pêxemberê axir zeman, ji gora xwe  rabûya, bi şÃ®ret û gotinên 
xweş dikaribû hebûna
kurda bi dewleta dagirker bida pejirandin?

We
di xewna xwe de, Tv’yek bi kurdî li alîkî, radyoyek kurdî  bidîta 
bawer dikir?


Rojnameyek rojane?  

Bi
hezaran sazî û rêxistin û radyo û Tv û kovar û rojnameyên ku bo
Kurda têdikoşin, qala Kurda dikin, ma ji alî Xwedayê jorîn ve nazil
bûn hatin xwarê?

Fêmkorikno, bi xwendinê we fêm nekir, nekir...


Ma
hûn ji qula dîwaran derketine, dê û bavê we jî  tune, ji we re 
negotin, hê duh jî
ew newêrîbûn biçûna bajarên tirk û ereban û  ji xwe re çuwalek arvan
bistendina, bizinek xwe bifirotina? 

Ma
qey we ji wan nebihîst, di salaên 1970’an de qomando û mufrezeyên
dagirkeran yeko yeko davêtin ser gundên Kurdistanê û gundiyên kurd
ên ji binî ve apolîtîk, rût û repal  tazî dikirin, li ber çavên 
jin û zarokan  bi kîrên wan ve bi hev ve girê
didan û bi qûndaxên tivingan li wan dixistin, qîrina wan  wan diçû 
erd û ezmanan, Xwedê
jî nedigîhişt hewara wan?

Ma
hûn kor in, nabînin, îro Kurdên apolîtik li ber çavê dagirkeran wek
melaiketan pîroz û bimbarek in. Serfermandarê artêşa Tirk diçe ser
doşega wan rûdinê, ji wan re palûpûsiyan dike?


***

De
em dev ji duh û îro berdin û li siberojê
binêrin:

Heke em hêz û enerjiya xwe li dijî hevûdu na, bo xêra Tevgera
Azadiyê serf bikin, yekîtîya xwe ya neteweyî pêk bînin, cahş û
neşiyarbûyiyên xwe jî şiyar bikin, bi sond û qesem , serkeftin pir û
pir nêzî me ye. 

Riyên enerjiyê di welatê me re derbas dibe.


Sermayeya global dike li Rojhilata Navîn û li Qafkasyayê jî kar
û barê xwe bi dilrehetî bimeşÃ®ne.

Kurdistan li ser erdnîgariya herî stratejîk a vê herêmê ye.


Cihan bi me û bi doz û hêza me
hisiyaye.

Gelê Kurd bi tevahî nebe jî, bi girseyek mezin hatiye ser hev,
daxwaziya mafê xwe dike. 

Çawa ku bi hezaran salan 
dagirkeran, digel ku em bêtifaq û bê dewlet  bûn jî, bo ewlehiya 
riyên
baharat û hevrişÃ®mê, newêrîbûn xwe bidin ser me,  di welatê xwe de 
em bi awakî azad
û serbixwe jiyan; sibeh jî bi çend yekîneyan em dikarin hemî
çavkaniyên Rojhilata Navîn û Qafqasan kontrol bikin û qedera reş a
gelê xwe biguherînin. 

 

Ma
em bi qasî çîprûtên El- Qaîde jî nabin ku ew li Efganîstanê emana
dagirkeran biriye?

 

Hûr û kûr bifikirin, heta niha kî û kê rê li ber vê yekê
girt? 

Kî û kê piştgiriya Tevgera Azadiyê nekir?


Em
li gorî hêz û girîngiya wan, ên ku astengî derxistin û derdixin,
rêz bikin: Cerdevan-noker-sivîlên hevkar ên dagirkeran-alîgirên
partî û pûrtiyên dagirkeran- hin partî û tevgerên kurdistanî yên
dijber- hin tevgerên umetparêz ên Xwedê giravî kurdewar-hin partî û
tevgerên çepgir ên li Kurdistanê xwedî alîgir,  girseyek mezin a 
Kurdên
apolîtîk û asîmîlîye bûyî ...

Hûn hevalê kê ne, we cihê xwe dît, ne
wisan?

 

 

***

Gelî zimandirêjên sehişk û pozbilind ên dijberên Tevgera
Azadiyê,

Hûn dibêjin; “ma mafê me yê rexnekirinê tune
?†

Belê heye, lê hûn ne jidil in! 

Li
ser vê platformê jî pûşÃª we derdikeve holê.


Ev
çend roje kûtxwurên rovî yên AKP’yî, bi îftirayan êrişÃ® Tevgera
Azdiya Kurd dikin hûn vê yekê jî wek rexne dihesibînin.


Ma
ew bêwijdanan bo kurd û Kurdistanê, bo ziman û çanda Kurda, bo namûs
û şerefa Kurda  heta niha çi
kirine ku hûn mafê rexnekirinê bo wan rewa
dibînin?

Velî Kuçuk û Abdulkadîr Aksû û Mehmet Agar û Cevdet û Mufîd
Yuksel û Hîzbula û Fethulah û Metîner, her yek ne “çemekî çiyayên
ji hev cuda, lê li derek 
digihîjin hevûdu† dibin yek  û  kevirê
aşÃª li ser serê me digerînin?

 

Ew
Tevgera Azadiya Kurd wek hevkarê Ergenekonê binav dikin...


Ew
mejîşÃ»ştî yên serhişk û pozbilind, nizanin ku ev dewlet ne ya kurda
ye.

 Akp û Ergenekon û
artêş û Fethula û çepgir û rastgir tev bi hev re desthilatdariya
mutleq û teqez û jêneger a TIRK diparêzin û her yek xwedî komek
sermayedaran e .  

à ro bo desthilatdariyê, bo kemçûran bi hev ketine.


Di
vê têkoşÃ®nê de, divê tu li dû qûna wan nekevî, bi serê xwe bibî
alîkî. 

Heke bizanibin ku tu jî xwedî hêzeke xurt i,  ku bê te nikarin bibin
desthilatdar, wê gavê bo hevkariyê dibin kûçikên li ber deriyê te...


Ma
çend AKP’yî yên bi devkî baş ne tê de, çi ferqa Cemîl Çîçek û
Velî Kuçuk heye? 

Tiştên ku Abdulkadîr Aksuyê kurmanc bide te Bedrettin Dalanê
şÃªxbizinî jî nade? 

Deniz Baykal ê duh amadekar û parêzvanê  rapora Kurd, îro desthilatdar
bûya, dê ji Tayîp kêmtir “açilim† bikira?


Çima wiha dibêjim hûn dizanin? Wexta CHP raporan amade kiribû
Kurd nîvî niha jî bihêz nebûn.

Hêz çiqas be, “açilim† jî ewqas e, maqûlno...  

 

Divê hûn li xwe varqilin û tobe bikin, xwe bi heft avan tafîl
bikin: 

HÛN Jİ BER NEZANIYA XWE HİM GUNEH IN, HIM Jà  GUNEHKAR
IN...

                                            
Mamoste Marûf 

 

 

 

  

 

 






      




-- 

-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin
bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin,
dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane
bikin. 

 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin
hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her
inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba
propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya
da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik
taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA
SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane



        
                Hemen tıklayın, yurtiçi ve yurtdışı iş fırsatlarından habersiz 
kalmayın!
        

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap