Cankurd http://cankurd.wordpress.com     kurdistani...@yahoo.de
‏  06. Feb.
2013
Berxwedan di ber serok Barzanî de
Serok Barzanî ne ji
êla min e, û ez jî ne ji êla wî me, ez ji êla Duderî me û ew Barzanî ye. Bi ser
ve jî ez li parçeyekî Kurdistanê ji dayîk bûme, ew jî ji parçeyekî dî yê
Kurdistanê ye. Ew serokê herêma başûrê Kurdistanê ye û ew serokê partiyeke
mezin e, ku ne endamê wê me, û ez jî Kurdekî mişextî û koçkirî me, hema ne
serokê şivanên gundê xwe me jî... Lê gava hêriş li ser Serok Barzanî tên kirin,
dilê min î nesax bêtir ditengije, ez di xwe de dixeyidim û nizanim çi li hember
van hêrişan bikim. 
Lew re min tenha
helbesteke piçûk nivîsandibû, hema ez nizanim ew baş e an ne.
Gava min dest bi
nivîsandina vê gotarê kir, bûyereke dûrokî ya navdar li ba Ereban hate bîra
min. Sala ku cenabê pêxember Mihemmed, selewat û silav lê bin, tê de ji
dayîk bûye, jê re dibêjin „A’mulfîl- Sala Fîl“ ji ber ku di wê salê de
Hebeşiyan bi leşkerekî mezin, ku hinek fîl jî li gel wan hebûn, ber bi Mekke ve
hatin, ku Kaabe wêran bikin. Kaabe berê navenda perestgahên heme êlên Ereban
bû. Hîngê bavpîr an apê pêxember, selewat û silav lê bin, li bêşeyê 
„Sehrayê-Çolê“
li hinek hêştirên xwe digeriya, nedizanî ewana ku ve berşê bûne. Komeke mirovan
rastî wî hat û jê pirs hat kirin, ka ew li çi digere. Bersîv da wan, ku ew li
hêştirên xwe digere. Ewana keniyan û gotinê:“Tu li pey hêştirên xwe digerî û
Hebeşî di rê de bo kavilkirina Kaabe.?“ Wî bersîv da, got:“Bo min
hêştirên min giring in, bo Kaabeyê xwedayê wê heye, wê diparize.“ Rast jî, 
Xwedayê
Kaabeyê, ew mala ku pêxember Ibrahîm, silav lê bin, bo perestiya Xwedê
ava kiribû, parast û hêrişa Hebeşiyan badilba çû, pir dilşikestî û serîdaxistî
vegeriyan welatê xwe.
Bê guman, bo serok
Barzanî jî Xwedayek heye, ew berê gelek caran ji hêrişên wêran û kavilkar
parastiye, wê niha û dema ku li pêş me jî, dîsa biparize. Bêtir ez naxwazim
tiştekî dî li ser vê yekê binivîsim. Helbesta min jî eve bû:
Barzanî balatirîn nav e
Ew bo me Kurdan bav e
Ew dil e… û ew çav e…
Barzanî bo
me ro ye
Ew bayê
sibê ye
…û ew bo
nanê me xo ye...
Barzanî li
cîhanê dengê me ye
Ew rêber û
pêşengê me ye
…Di şevên
tarî de Barzanî pêşmerge ye
Barzanî
hilgirê ala me ye
Ew xudanê
keleh û bingeha me ye
…û di cengê
de Barzanî serdarê me ye
Barzanî bo
me havîn û zivistan e
Bo me hem
ba ye û hem barane
 ew lêvegera Kurdistan e… 
Carekê li Bloga me jî binêrin:
http://cankurd.wordpress.com
Ji comerdiya xwe, me agahdar bikin, heger hûn heznakin nameyên me ji we re bên

 Silavek ji dil  / Grüsse / BESTS/ Salamat

Têldest: (+49) 163 869 81 59,  
Cankurd - 

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/groups/opt_out.


Cevap