*Helbesta Mina Dawî:*


*Pehîz û Feqîr*





*Pehîz hat gel wê sermayê*

*Li pey da dê zivistan be.*

*Dema baran û hem bayê*

*Feqîr dîsa perîşan be*



*Ne kar û îş bo yê xîzan*

*Ku deyndar in heta dîzan*

*Wekî ku ketbe perhîzan*

*Dê derd wan gezek nan be*



*Ne komir hem ne êzing e*

*Cihê germbûnê rojing e*

*Ji ber koxka li ser sing e*

*Berê wan her nexweşxan be*



*Ne çakût û ne qapût e*

*Ne dohn û xwarin û qût e*

*Binêr pêjgeh tevî rût e*

*Ne savar û ne arvan be*



*Ji derdî têr neşêt razê*

*Ji bo kê dê bikit nazê*

*Ku têr xwit nan û pîvazê*

*Bo wan ew roj dê seyran be*



*Cilek nû nabînî ber de*

*Îşê wan her ker û qerd e*

*Piçek goşt bit bo wan derd e *

*Dê ew jî cejnê Qurban be*



*Ne mamê wan ne xalê wan*

*Tu kes nasnake malê wan*

*Heta yek pirske halê wan*

*Divê ew kes dilovan be*



*Belê Dilkul tu bes bêje*

*Yê bibhîsit dê bit gêj e*

*Ji dinyê seh nekit çêj e*

*Ne ew şexsê bêwijdan be*



*Dilbikulê Cizîrî*



https://www.facebook.com/Dilkul.Ciziri

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap