Bersiva Pirsekê
Dema min destnade (ne musid e) ku ez hevsengiya ramanên Mustefa Sebrî û
Mûsa Bekûf bikim. Bes, ez ê vî qasî bêjim ku: “Yekî îfrat kiriye, yê dî
tefrît dike.” Her çiqas Mustefa Sebrî di parêziya xwe de li gorî (nîsbeten)
Mûsa Bekûf mafdar e, bes, neheq e ku kesayetiyekî mîna
*Ev çi çav in, ev çi birhin, ev çi poz in, ev çi lêv*
*Ev çi gerden, ev çi xebxeb, ev çi erzîng, ev çi dêv*
*Ev çi xirxal, ev çi reftar ev çi bazin, çi xizêm*
*Ev çi zend û ev çi enguşt, ev çi dêmên şubhê sêv*
*Ev çi gîsû, ev çi perçem, ev çi cebhet, ev çi por*
*Ev çi bejn û ev çi kakûl