*Heelbestên Remezanê (Bila rojî ji bîra me neçe)*
*Mef’ûlû/Mefaîlû/Feûlûn* *Îro Remezan jî bûye sêzde* *Hêvî ewe îd bê ser me nêzde* *Sêzdeh ku xilas bû çarde têtin* *Piştî wê teqez dê pazde bêtin* *Pazdeh dê bibit bira bo şazdê* *Şazdeh dê bo hevdeyê ve bazdê* *Hejdeh diçe nozdeya delal e* *Hetta bibe bîst û bit kemal e* *Bîstûyek û bîstûdo li dor e* *Takû biçe bîstûçar li jor e* *Piştî wê jixo tê bîstûpênc e* *Bîstûşeşê deyne ber de sênc e* *Paşê dê biçin bo bîstûheftê* *Hetta bigihên bo bîstûheştê* *Bîstûnehê dê rojek bimîne* *Êdî kederê ji dil derîne* *Ya dî Erefat e hem pîroz e* *Nêzîk bûye îd çi xoşî roz e* *Va min bo anî dem bo cejnê* *Da hûn tewînin li ber wê bejnê* *Cejna we tevan ji dil pîroz bit* *Keyfa wê rojê mehûj û goz bit* *Hetta Remezanekî dî hatî* *Şertê bibe xweş ji dil biratî* *Dilkul dê dîsa ji bo we bêje* *Dê her durr û yaqûtan birêje* *Dilbikulê Cizîrî* -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.