Helbestên Remezanê:
Ax lozîne lozîne,
Ka kîlokê zû bîne.
Peran paşê bistîne
Niho li cem mi nîne
Ax lozîna bigoz e
Li cem min pir pîroz e
Ya rast ji bo min doz e
Bo xwarnê min da soz e
Dilbikulê Cizîrî
Lozîne: Şêrînayiyeke xelkê navenda Cizîrê ye. Ev şêrînahî nemaze di meha
rojiyê de li kuçe
Esfelessafilîn
Jineke gundî dimire. Jina melê cenazê dişû û melayê gund jî nimêja wê ya
cenazê dike û wê vedşêrin. Piştî ku merasima veşartinê qediya, kurê jinikê
ji melê pirsî:
-Seyda rewşa diya min a wê dinyayê çawa ye, ji min re bibêje?
Mele dibêje:
-Kurê min, ew cenazeya ku jinseydaya te