*Min gelek bêrya te kirye…*
*Min gelek bêrya te kirye* *Min divê tu bêyî yar* *Hesretê hiş tev de birye* *Min divê tu bêyî yar* *Were da têr têr bibînim* *Ez li ber ranê te rûnim* *Hesreta salan derînim* *Min divê tu bêyî yar* *Va temen çû ber bi jorî* *Umrê xêr tev da bihorî* *Ka were hey ez bi gorî* *Min divê tu bêyî yar* *Mecnûn im bo min tu Leylê* *Bil te nakim ez çu meylê* *Gel te kin em heylê heylê* *Min divê tu bêyî yar* *Hê heyat mayî li çavan* *Hê qewet mayî li gavan* *Ez dikim dua û lavan* *Min divê tu bêyî yar* *Wer birîna dil bibîne* *Jê dizêt her zox û xwîn e* *Bê te derbas nabe jîn e* *Min divê tu bêyî yar* *Were tu ey xwînşirînê* *Da ku derman kî birînê* *Hem biseknînî girînê* *Min divê tu bêyî yar* *Ez nesaxek pir bêhal im* *Şev heta subhê dinalim* *Rondikên çavan dimalim* *Min divê tu bêyî yar* *Amed û Şirnex û Wan î* *Qers û Bedlîsa cuwanî* *Hem Cizîra Bedrêxanî (Bedirxanî)* *Min divê tu bêyî yar* *Da bikin em keyf û seyran* *Em li hevdu bibne heyran* *Hêj Ziraîl nehtî ser can* *Min divê tu bêyî yar* *Da giyanê Xanî xweş kin* *Pakrewanan tev rûgeş kin* *Dijminan êşa lareş kin* *Min divê tu bêyî yar* *Da biçin ser kohê Cûdî* *Dest biavên saz û ûdî* *Qîr bikin merş û sirûdî* *Min divê tu bêyî yar* *Em biçin Ameda rengîn* *Da bibit çûna me dengîn* *Baxêvin Kurdiya zengîn* *Min divê tu bêyî yar* *Da bikin em cejn û îd e* *Ku ji nû ronî be dîde* *Şa bibit rûhê şehîd e* *Min divê tu bêyî yar* *Va mirin hat bûye nêz e* *Ka li halê min ke mêze* *Min nema hîlet û hêz e* *Min divê tu bêyî yar* *Tirse bimrim te nebînim* *Wan rojên reş bîrî bînim* *Ez ji qehran şubhê dîn im* *Min divê tu bêyî yar* *Dilkul im ez dil-şewat im* *Bo dused sal bê welat im* *Qet nema sebr û tebat im * *Min divê tu bêyî yar* *Dilbikulê Cizîrî * *09 Reşemî 2015* -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.