Endamên birêz yên Dîwanxaneyê, Bi destûra we ez ê ji pirtûka xwe ya bi navê "Bi Helbest Kenok" helbestekê ji we birêzan bişînim.
Silav û rêz. Qumandar û Muxtarê Fileh Mefaîlûn/mefaîlûn/Feûlûn Li ser şîkayet û îxbar û gilhan, Hinek leşker diçin gundek yé filhan. Hemû gundî li meydanê civandin, Li bin banê dibistanê livandin. We paşê wan li gundî kir uxilme, Bikar anîn gelik pehîn û kulm e. Qumandarî dixwest lêdankî taze, Li muxtar kit ku qasê dil bixwaze. Ji ber wê ew belengaz xwend îfadê, Îfada wî gelik dûr bû ji dadê. Go "maxtaro, ezê tiştek bipirsim, Bo zanîna wê ez gelkî bihirsim. Dema bimrin dê biçne kû misilman? Divê îzahkî vê bê xeyd û dilman. Fileh gava bisektin çawa çêbin? Li wê dinyê dê ew mêhvanê kê bin?" Mebesta wî ne ew bû ku bizane, Belé xaya wî lêdan, pirs behane. Reben muxtar dizanî çî ye armanc, Ji tirsa zik tejî êş û tejî sanc Go: "Yên mislim xêra wan gelkî zêde, Biheştînin nînîn qet şubhe têde. Belê em yén reben hem jî belengaz, Ji bo me ew Cennet nabîte gengaz. (mimkun) Li jêrê wê Biheşta Rebbê banî, Heye cîyek ku té de mêrg û kanî. Ji ber ku ew herêmek xewl û xalî Li wir rûnên digel zaro, eyalî". Dema ev got qumandar çav lê sor bû, Ji sorbûnê zêdetir heçkû kor bû. Hema ket ser wî pê kulm û pehîne, Hetta ku dev-dimax gişkî bû xwîn e. Reben muxtar go: "ma qey min çi kirye, Cihé xweştir ji bona we vekirye". Go: "ger hûn wê herêmê bikne dagir, Îş û karê me zor bit şubhê agir. Eger hûn xaniyên xo l'wê dê çêkin Emê hesp û dewarên xo çi lê kin? Ji lew ew cih cihê hesp û dewar e, Qebûl nakin Fileh wê bikne war e." --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---