Helbesta ku min di derheqê birêz Baydemîr de amade kiriye ji we re dişînim.
Xweşmêrek derket ji Amed ew bi navê Baydemîr Namûsê qet naguhûrit bi diravê Baydemîr, Wê dema zulmê dibînit, namînit jê re hedar, Berteka vê her diyar e lew ji çavê Baydemîr Dilsozê doza me Kurdan hem xebatkarê hêja, Xizmeta wî hem ji qelb û ji hinavê Baydemîr Tirs û xof nînin qe jê re Rûstem e qey ez dibêm Lew girantir va ji tonê ew ziravê Baydemîr Aşiqê axa welat e, nîne têde qet guman, Bil ji vî nirxî jî esla tiştî navê Baydemîr Her bila pesnê xwe ew din lew ku wan lawek holê Yadîgar kirne bo Kurdan, dê û bavê Baydemîr Hez dikim ez jê, wê gava ew bihêrsî taxêvit Nanêrit vî al wî alî, diçte navê Baydemîr Dijminê wî her perîşan û we hem serşorî bin Ew bixo dûr bit ji xetra serm û tavê Baydemîr. Peyrewê Barzanî, Qazî, hem jî Kalê Şêx Seîd e. Taybetî ew yê vê gavê nav giravê, Baydemîr Ger bibit qismet ji bo min ez bibim mêhvanê wî Hem tenişta wî de rûnêm ser kulavê Baydemîr. Da kul û derdên xwe bêjim hem jî wî guhdarî kim, Ango meqsed neku xwarna nan û avê Baydemîr Dilkulê jar ê Cizîrî, lew ji Amed gelkî dûr Çi dibit ger ku ji min hûn kin silavê Baydemîr. Her ji Yezdanê dilovan daîma min min ev dûa Da bivî rengî biborit dem û gavê Baydemîr Dulkilê Cizîrî -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane