Ne dewleta Kurdî, ne zimanê Kurdî, ne cil û bergên Kurdî,....De bibin Turk ji 
we re bashtire....!!! Ma gumpegumpa deholên we li kolanan bo çiye?...
De bese lo,Salahattîn Demîrtaş...Qey hûn dikarin netewekê 50 sal dî bixapînin?

http://bianet.org/bianet/kategori/bianet/112836/dtpli-demirtas-kurtce-resmi-dil-olsun-diye-bir-talebimiz-yok
   


  Li gel silavan, Azadbit Kurdistan 
         Cankurd             
                      www.kurdax.net

 http://cankurd.blogspot.com

http://en.netlog.com/cankurd1948



Têldest:  (0049) 163 8 69 81 59





Date: Fri, 6 Mar 2009 06:27:33 +0200
Subject: {Diwanxane} 
From: abdulkadirbin...@gmail.com
To: diwanxane@googlegroups.com

Ez xwediyê vê gotara ku li jêr e ji dil û can pîroz dikim. Herweha wê heqîqeta 
ku aniye ziman jî sedî sed parve dikim.

Yek DTP’yî radibe di Meclîsê de bi zimanê me yê şêrîn diaxive; seba wê jî serê 
me bilind dibe û kêfa me tê; paşê jî yek radibe dibêje, “em naxwazin zimanê me 
bibe zimanê fermî.” 

Gotineke Tirkan heye, dibêjin “bu ne perhiz bu ne lahana tursusu= ev çi parêz e 
, ev çi tirşiya kelemiyê ye?”

         Ez ji xwediyê vê gotina çewt dixwazim ku zûde wê ramana xwe biguhere, 
yan jî bila bibêje ev raman ramana wî bi xwe ye, ne li ser navê rêxistina wî ye.

         Silav û rêz.
Dibê DTP hesab ji Salahattîn Demîrtaş bipirse 

Di dawiya nivîsa xwe ya do da min gotibû ku ezê sibe(yanî îro) li ser beyana 
parlamenterê DTP-ê yê Diyarbekrê Salahattîn Demîrtaş rawestim.

Demîrtaş, di beyana xwe ya di malpera ”Bîanetê” da(27/2-09) da ji Tolga Korkut 
ra gotiye*,”Em taleb nakin ku kurdî bibe zimanê duyem yê resmî, jixwe ji bo 
Tirkiyê ne tiştekî rast e.”

Bêguman ev tiştekî pir cidî ye û cara pêşî ye ku berpirsiyarekî DTP-ê 
hewqasvekirî dibêje ”em doza resmîbûna zimanê kurdî nakin.
Heger doza viya jî nakin wê demê doza çi dikin?
Demîrtaş li ser axaftina Ahmet Turk ya bi kurdî ya di grûba meclîsê da ji 
Bîanetê ra wiha gotiye:

”Em taleb nakin ku kurdî bibe zimanê duyem yê resmî, jixwe ji bo Tirkiyê 
tiştekî ne realîste jî. Weke Iraqê em daxwaza du zimanên resmî nakin. Di 
îdareya merkezî da zimanê resmî tirkî ye. Di îdareyên mehelî da dibê zimanên 
din jî werin bikarnîn. Li gor hewecedariyê, dikane stuktureke azad be, 
selahiyetên îdareyên mehelî dikane were zêdekirin. Di hin îdareyên mehelî da 
zimanê duyem dikane bi kurdî be. Ev jî ne li seranserê Tirkiyê, li derên 
hewecedarî lê hebe.” (Axaftina Salahattin Demirtas, Bianet 27/09)

Li gor van gotinên Demîrtaş, DTP naxwaze zimanê kurdî li Tirkiyê di her 
qedemeya dewletê da bibe zimanekî resmî û yê perwerdeya giştî.
Tiştê ew dibêje, dema li hin deran, hin kes bixwazin û ew jî di çarçeweya û 
selahiyeta îdareyên mehelî da dibê destûr were dayin.

Yanî tiştekî weke qursên kurdî. Lê jixwe nuha jî ev destûr heye, kesê bixwaze 
dikane qurseke kurdî veke.
Ev dîtinên Salahattîn Demîrtaş pir xeter û tahlûke ne, dîtinên dewletê û 
kemalîstan yên di nava kurdan da ne.

Demirtas dibêje ”tu talebeke me ya resmîbûna zimanê kurdî tuneye” lê hevalên wî 
heta nuha bi sedan caran eksê vê gotine, xwedêgiravî tim ji dewletê doza 
naskirina nasnameya kurdî û perewerdeya bi zimanê kurdî kirine.
Wê demê tiştên heta nuha hatine gotin hemû vir û ji bo xapandinê bûne.

Ê heger daxwazeke DTP-ê ya resmîbûna zimanê kurdî tuneye, wê demê çima di 
pêsengiya komela TZP-Kurdî ”Trvgera Ziman û Perwerdehiya bi kurdî”da ji bo 
resmîbûna zimanê kurdî li vir û li wir meş û mitîngan çêdikin, bandrol û 
panakartên ”em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, bira kurdî bibe zimanê fermî, 
zimanê me rûmeta me ye” didin destê jin û zarokên kurd û li kolanan van 
sloganan bi wan didin qîrandin?

Heger gotinên Salahattîn Demîrtas rast bin, wê demê ”Tevgera Ziman û 
Perewerdeya bi Kurdî”, tevgereke ji bo xapandina gel e.

Heger DTP naxwaze zimanê kurdî bibe zimanê duyem yê resmî, wê demê daxwazên 
Dayikên Aştiyê jî hemû derewe in.
Hîn wê rojê ji Dayikên Aştiyê Nafîye Yîgît, ji berpirsiyarên dewletê ra digot, 
”astengiyên li pêşiya kurdî rakin û kurdî bikin zimanê fermî.”

Wê demê ev gotin jî ji bo xapandinê ne.
Bêguman meriv dikane ji beyanên PKK-ê, DTP-ê û rêxistinên nêz û gêrêdayî wan bi 
sedan, bi hezaran nimûneyên daxwaza resmîbûna zimanê kurdî bibîne û li vir 
pêşkêş bike.
Lê ne hewceye, ez bawer dikim hemû xendevan jî dizanin ku DTP û PKK-ê heta niha 
bi sedan carî ev daxwaz anîne zimên.

Lê Salahaîtin Demîrtaş îro weke berpirsiyarekê dewletê dipeyive û sedîsed eksê 
tiştên heta nuha parastine dibêje.
Piştî daxuyaniyê Demîrtaş, ez ketim malpera DTP-ê û min bala xwe daprograma 
DTP-ê. Min xwet bizanibim hela ka di programê da li ser resmîbûn û perewerdeya 
bi zimanê kurdî çi dibêjin? Pir balkêş e, di programê da sedîsed eksê dîtinên 
Demîrtaş e, di gelek ciyên programê da bi rengekî pir vekirî doza resmîbûn û 
perewerdeya bi zimanê kurdî tê kirin.

Di beşekî programa DTP-ê da li ser perwerdeya bi zimanê kurdî wiha tê gotin:
”Hebûn kurdan û nasnameya wan ewê li gor dîtineke demokratîk û li gor prensîbên 
mafên mirovî were qebûlkirin.

Hebûna kurdan û nasnameya wan di her warî da ewê were naskirin û bi qanûna 
esasî were garantîkirin, ji bo mafên xwezayî guherandinên qanûnê ewê werin 
çêkirin. Mafê ziman û kulturê ewê bibin xwedî garantiyên qanûnî, radyo, 
telewîzyon û çapemenî ewê bi temamî azad bin. Radyo, TV-ya tirkî girêdayî çi 
qaîdeya huqûqî be, weşanên bi kurdî û yên zimanên din din jî ewê li gor wê 
prosedurê were meşandin. Ji bo faaliyetên kulturî jî ewê eynî prensîbên huqûqî 
bête meşandin.

Kurdî ewê weke zimanê perewerde û fêrbûnî were bikaranîn.(programa DTP-ê beşê, 
Meseleya kurd ewê li gor esasê aştî û demokratîk çareser bibe)”

Wek tê dîtin di programa DTP-ê da tê gotin ku ”ewê hebûn û nasnameya kurdan 
were naskirin û ewê bi qanûnê were garantîkirin”, ”kurdî ewê bibe zimanê 
perwerde û fêrbûnê(bi tirkî gotine, kurtçe egîtîm ve ogretîm dîlî olarak 
kullanilacaktir), ”mafê zimên ewê bi qanûnan were parastin” û hwd.

Lê Salahattîn Demîrtaş bi wan gotinên xwe him parktîk û him jî programa DTP-ê 
înkar dike.
Û dibê meriv vê yekê bigre cidiyê û li ser rawest e.

Demîrtaş çawa dikane wiha bibêje?
Demîrtaş çawa dikane hemû tiştên heta nuha hatine kirin û gotin red bike û weke 
tirkekî kemalîst van dîtinên li dijî tevgera kurd ya netewî biparêze?

Û çima heta nuha berpirsiyarekî DTP-ê ev dîtinên wî tekzîb nekiriye?
Em dizanin ku nîvê parlamenterên DTP-ê kesên asîmîlebûne û ji hestên 
kurdayetiyê dûr ketine, mejiyê wan bi îdeolojiya kemalîzmê hetiye şuştin, di 
hest, dîtin û siyaseta xwe da ji kurdperweran bêtir fena berdevkên kemalîstan 
dipeyivin.

Salahattîn Demîrtaş yekî ji van kesan e. Piraniya kadir û parlamenterên DTP-ê 
yên kurdînezan li têla tirkan dixin, tirkperweriya wan tim ji kurdpereweriya 
wan xurttir e.
Kesên wiha dibê nebin berdevkên miletê kurd û tevgera netewî.

Kemalîzmê hestên wan yên kurdperweriyê kuştiye, kesên wiha bi dîtin û xebatên 
xwe ji karê bêtir, zirarê didin tevgera kurd.
Meriv fêm nake nûnerekî miletê kurd û parlamenterekî DTP- ê piştî 30 sal 
têkoşîn, piştî hewqas fedekarî, piştî bi hezaran şehîd û malwêranî hîn jî 
bêfedî û bêheya dibêje:

”Em weke Îraqê daxwaza du zimanên resmî nakin”
Ê wê demê tu daxwaza çi jahr û zuqûmê dikî?
Heger kurd ewê hîn jî doza resmîbûna zimanê xwe nekin, wê dema ev şer ji bo çi 
ye?

Wê demê hewqas xwîn ji bo çi hate rijandin?
Wê demê ji bo çi hûn zarokên xelkê dişînin serê çiyan?
Ma qey hemû ji bo ku tu bibî parlamenter?
Gotinên Demîtaş skandal û rûreşiyeke mezin e, dibê DTP li hember van gotinên 
Demîrtaş bêdeng nemîne, xwe kerr neke û hesabê vê yekê jê bipirse.

Nexwe dibêjin "sikût ji îqrarê" ye...
Dibê hemû kurdên welatparêz û kurdperwer li hember van dîtinên Salahattîn 
Demîrtaş dengên xwe bilind bikin.


weke 
http://bianet.org/bianet/kategori/bianet/112836/dtpli-demirtas-kurtce-resmi-dil-olsun-diye-bir-talebimiz-yok
 

 




_________________________________________________________________
Show them the way! Add maps and directions to your party invites. 
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/products/events.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap