GÊLYÊ ZÎLA
Serê sihbê
Sal hezar û nehsid û sî
Sezdê tîrmehê
Kê dizanibû derketiye ferman
Hatin keko
Bi hezaran
Bi deh hezaran
Bi neyartî
Wa weylê
Havîrdor hatibû girtin
Roj ne roja mêran bû
Biratî hatibu firotin
Xirmîn kete erd û asîman
Kê çawa didît wê şerma giran
Rahêjîn qîz û bukan
Dest avêtin namusa biran
Xuşka min a delal
Navê wê Şîlan
Qelişand paşila xwe
Kir qerîn û fîzar
Ji te re helale qetla xuşka te
Min saxî nede destê neyar
Xelek teng bû pêda
Li ser me de hatibû xezeb
Hatin qor bi qor
Hatin celep bi celep
Hatin bêbextî
Wa weylê
Ka li kuderê bû biratî
Bav û kalikên me
Pişt dabûn hev
Ji bo herba ‘Îstiklal’
Şer nebû bira
Ka li kuderê bû mêrxasî
Komkujî bû bê xîlaf
Di serme de girtin
Bê tevdîr qefilandin mêran
Berê me dan Geliyê Zîlan
Xal û xarzî, xuşk û bira
Bav û dê, kal û pîr
Heta derguşa ber pêsîran
Tijîkirin gelî bi mirovan
Tevê heft gundên cînar
Kerîyê pez nebûn em, keko
Tevahî çil û heft hezar can
Çil û heft hezar dil
Çil û heft hezar hêvî
Bû gazî û nalîn
Bû qerîn û hawar
Leşkerên kemal
Dor girtin li gelî, çarnikal
Serleşker Dervîş
Tevê Topal Osman
Singû dan destê Zazo
Anîn jineke ducan
Wa weylê
Ka kê didît wê şerma giran
Gotin biqelişîne wî zikî
Mêzekin em, ka lawe yan qîze
Heft mirovan dan berhev
Ceribandin ka gelo
Bi guleyekî dimirin çend hev
Wa weylê
Ka kê dikaribû, mucîzebû rev
Bê xîlaf dibêjim keko
Nehesibîne, nebêjê xew
Dişewîtîn mal û xanî
Bîhna laşê şewitî tijîkir gelî
Derket pîrekî hilhilî
Kir qêrîn û hewar
Destên xwe dirêjkir asîman
Got; xwede heye li jor
Nekin zilm û zor
Bi dînekî tinin em îman
Hezar salin nav me de tine sînor
Devê mîtralyozan çerixî ser hezaran
Ka kî dihat hewara me hêsîran
Destê nîvroyê
Tav xwe kişand paş çîyan
Pê ku nebîne wê şerma giran
Wa weylê
Ka kê dikaribû, mucîzebû rev
Wergerîya serhev
Li ber devê tirpanê
Şimêlê genim nebû keko
Çil û heft hezar can
Çil û heft hezar dil
Çil û heft hezar hêvî
Xun rijîya wekî leyî
Leba lep cesed tijî bu gelî
Ji bin laşê dîya xwe
Hêşyar bu derguşek yek sali
Zivirî ser xwe
Gerîya havirdor bılukanî
Ser u goh xun çaw bi girî
Çu ser singê dîya xwe
Dev kir pesîrên mirî
Mijîya wan pêsîrên delal
Mijîya bi wî şîrê helal
Ka li kuderê bu dayîk
Birçî bu
Bêkes bu bêxudî
Ka êdî kê jê re dikir lorî
YUSUF DERE (Ankara)
_________________________________________________________________
Windows Live™ Photos ile fotoğraflarınızı kolayca paylaşımı.
http://www.microsoft.com/turkiye/windows/windowslive/photos.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---