"Kurdên Qirgizistanê ne bêxwedî ne"

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê.



                                    "Kurdên li Qirgizistanê biparêzin"

                                    Wezîrê Herêma Kurdistanê Bekir



                        Bila baweriya hewe bêt dema min di çapemeniyê de ev
herdu daxwiyaniyên hanê dîtin, ji kêfa êdî min nikaribû rondikên çavê xwe
bigirta. Min ji xwe re got: "Bila her kes, dost-neyar zanibin êdî em jî
hene, êdî em jî dikarin lingê xwe têxin di nav lingê xelkê de û bibêjîn 'evê
pepê me jî."

                        Hûn dikarin bibêjin: "Lawo! Ma qey tu di guhê gê de
yî! Qey hayê te jê nîne, ji sala 1991'ê û vir de ye statûyeke taybet li
başûr heye, li wî parçeyê welatê me rêveberî di destê me bi xwe de ye.
Parlamentoya me heye, hikûmeta me heye, hêzên ewlakirê hene..."

                        Erê rast e, lê ev yekem care hay êmin jê çêdibe ku
serokên Parçeya Azad ya Kurdistanê ji raya giştî ya cîhanê re peyaman
dişînîn û li hember wan êrîşên ku li dij Kurdên devreyî welêt hatine kirinin
nerazîbûnên xwe tînin ziman û eşkere dikin û ew ne bêrxwedî ne û ew ê li wan
xwedî derbikevin.

                        Erê... Li bîra min tê, di salên dawî yên heftîyî de me
bi rojan li radyoyên mîna Monte Carlo û Dengê Amerîkayê guhdarî dikir, da
nûçeyeke derbarê Kurdan de seh bikira. Piştî çend rojan jî çi erênî çi
neyînî dema me nûçeyeke seh dikir jî, herwekî me gidaya xwe ya mehekê
standibe em têr dibûn û me telefonî hevûdû dikir. Herweha ew nûçe dibû
mijara sohbetên me yên bi rojan û me li ser de şîrove û nirxandin dikirin.

                        Dema em wan rojên da rabirdûyê de mayîn tînin rojeya
xwe îro bivênevê kêfa me tê. Îro doza netewaya me bûye dozeke navnetewî.
Neteweyên mezin li ser me diaxivin.

                        Nexwe rast e, her leyalekê nehareke wê, her erfazîkî
nişûveke wê heye. Tarîtiya şevê hinde zêde bibe ronahiya sibehê ewqasî nêzîk
dibe.

                        Bi hêviya welatekî azad

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Reply via email to