Kurdî çi ye? 
Kurd bi giranî ji sedsala 19’an vir de  ji bo mafên xwe yên netewî têdikoşin, 
xwîn û xwîdana xwe tevlî hev dikin û  dirijînin. Lê heta ev çend salên dawîn, 
ew di warê ziman de pir tişt nekirin; li benda avakirina Kurdistana serbixwe 
sekinîn. Piştî famkirin dîtin ku di şert û mercên cihanê yên îro de dewleteke 
serbixwe zû bi zû ne pêkan û hêsan  e, bihn û bala xwe dan ser zimanê xwe yê ji 
hêla wan ve heta niha  paşguhkirî, sêwî hiştî.... Lê ew nizanibûn ku ziman, bi 
gotina wêjenas û zimannas û lêkolînvanê îngîlistanî yê bi nav û deng  Samuel 
Jhonson( Doktor Jhonson, 1709-1784) “pîşeyek  nankor e” û tu gavek jê dûr 
bikevî ew bi çargavî ji te direve. 
 
Dîsa  ew nizanibûn ku ziman wek  candarek ji candaran e û ger tu lê xwedîti 
nekî nikare li ser xwe bimîne; dimire diçe... Lê zimanê Kurdî herçiqas  di 
dirêjahiya desthilatdariya kadroyên nijadperest ên komarê de derbek mezin 
xwaribe jî bingeha wî pirî zexm bû wenda nebû û bi nîvruhî be jî hehta roja îro 
hat. 
 
Xediyên wî yên tekoşer ên heta çend sal berê jî pişta xwe pê de kiribûn ji 
nişkave li xwe varqilîn dîtin  ku êdî hew dikarin bi zimanê bav û kalan 
biaxivin! Bi lez û bez mil û zend badan û dest bi xebatê kirin; lê hezar heyf û 
mixabin ew gelek ji wan êdî nikaribûn wek mezinên berê bi zimanekî xwezayî û 
fesîh û letîf û bi coş û bi kêf û henekan tijî  biaxivin... Belê zimanê wan ji 
peyvên xerîb hatibû safîkirin û bi yên kurdî hatibû xemilandin û dewlemendkirin 
lê giyan û mejî û şêwaz  çêkirî û biyanî bû... Dersa mezin a divê mirov jê  
bigire ev e: Te ziman wenda kir, belê tu dikarî bi xebatek bêhempa dîsa 
bidestbixî; lê ew bi rewş û xemla xwe ya berê nayê... 
 
Zimanê Kurdî piştî hişmendiya van çend salên dawîn hema bêje serê xwe ji xewa 
mirinê rakir û hat ser hemdê xwe . Lê hê jî bi xetereyek pir mezin ve rûbirû 
ye. Başûr ne tê de li tevahiya parçeyan jiber tunebûna derfetên perwerdehiya bi 
Kurdî, jiber qedexekirina wî ya li qada fermî, jiber tengbûna bazara wî, jiber 
biçûkdîtin û bêrûmetkirin û şerê psîkolojîk ê dagirkeran ji hêla girseya mezin 
a kurdên apolîtîk ve bi têra xwe nayê bikaranîn. Bi taybetî nifşên nû yên ji 
gundên xwe derketine û li bajar û metropolan bi cih û war bûne di nav çend 
salan de xwe ji ziman dikin. 
 
Ev rewşa bêzimaniya girsehî ya kurdan çend nifş şûn ve bênasnametiyêke giran jî 
bi xwe re tîne. Ev “mirovên bi diruvkî, bi bejn û balan  kurd, lê giyan û mejî 
ne tu tişt” dikin serûbinobûyina derûnî ya xwe  - ev yek bi serê xwe nexweşiyek 
e-  bi peydakirina nasnameyeke çêkirî derman bikin. Ev derman an teqlîdkirina  
nasname û çand û rabûn û rûniştandina netewa mêtingehkar e; an jî jiyanke  ji 
serî heta binî bi şert û ruknên olî honandî ye... Ev nasnameya nû ya  ku ew 
nabêjin  çê yê, xerab e  dixin şûna hemî kevneşopiyên netewî û herêmî yên bav û 
kalan, pirî caran  kesayetiyeke ewqas serhişk û bihnteng û hov û  fanatîk 
derdixe holê ku li ti dera cihanê, di ti dewr û dewranan de kes lê rast 
nehatiye û  nedîtiye... 
 
Tevkujiya li gundê Zankirtê û mêrkujiyên bi “domûzbaxî” yên  “Hîzbula” yên di 
salên 90’î de qewimîbûn mînakên herî berbiçav ên vê kesyatiyê ne... Ev 
kesayetiya “çêkirî û malê diziyê” gelek caran jî durû û teqiyekar û 
berjewendîperestên herî hoste yên civakan diafirîne. Piraniya  “siyasetmedarên 
esilkurd” ên olparêz û tirkparêz ên 80 salan ên Cumhûriyetê bi vî şiklî ne... 
 Em bi dilrehetî  dikarin vê yekê bibêjin: “ zimanê Kurdî ne tenê mifteya 
çareseriya pirsgirêka kurd e; ew dermanê çareseriya pirsgirêka tenduristiya 
giyanî ya kurda ye jî...  
                                                                                
                                    Mamoste Marûf  
 
               
 


      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap