*Di dawiyê de dor hat te nitekim *        *>> Abdulkadir Bîngol*CIZÎRA
BOTAN, 30/4 2010 -- Li ser tevgera leşkerî ya kambax du meh derbas bûbûn. Ew
du meh bûn bi giştî welat, taybet ew herêm di bin zext û zorê de bû. Şev,
roj di ser malan de dihate girtin, xelk dihate komkirin. Kesê ko beriya wê
tevgerê behsa "s"ya siyasetê kiribû, li ba wan ji girtin û birinê re delîlên
qewî bû. Her kes ji xwe, ji canê xwe, ji pêjeroja xwe ne emîn bû. Lewra dibû
ko yekî nexêrxazekî wî/wê ji bo ko xwe li cem wan şirîn bike belasebep
giliyê wî bikira û bi vî awayî bibûya sedem ko ew jê têketa di nav refên
mezlûman de.

Dîsa şevek ji wan şevên bitirs. Her kes di xew de bûn. Xew... Erê xew her
çiqas nîmeteke Xwedayî ya ji bo bendeyan hatibû dayîn bihata hesabê jî, lê
zordestên çavvsor bi kirinên xwe yên çepel ew gel ji wê nîmetê jî bêpar
kiribûn. Ew kesên ko ji xwe, ji canê xwe ditirsiyan dema radizan jî bi tirsa
ko "dê îşev çi rûbide" yê serê datînan li ser balgehî.

Derengê şevê bi awakî hovane û bi qîr û hawar destê xwe li deriyê malê
xistin. Ferdên malê ji wê xewa şêrîn çavê xwe vekirin, bes çavê xwe ne li
ser cihnivînan vekirin, ji lez û beza û ji tirsa li ber deriyê hewşê vekirin
ew çavê xwe yên têr-xew nebûyîn.

Bi vekirinê re ez bêjim yek tu bêje sed leşker û polês bi hev ra gurrbûne
nav malê. Zorokan ji tirsa dikirin qîr û hawar û xwe diavêtin hembêza dayik
û babên xwe. Yên mezin jî di heyecana "ka wê ji malbatê kê bibin" de bûn.
Piştî lêpirsîn û lêgerînê destê lawikê malê yê hêj ji temenê zaroktiyê
derbasnebûyî girtin û bi xwe re birin. "Girtin û bi xwe re birin" hema bi
dev e, gotina van hevokan gelik hêsan e. Lê gava were ser jiyandina wê
rewşê...

Em dikarin bûyerê bi vî rengî teswîr bikin: Dayik û lawikê wê yê ko
parçeyeke ji laşê wê ye li cem hev rûniştîne. Ji nişka ve derdor ji ajalên
dirinde tejî dibe. Hin ji wî alî ve hin ji aliyê din ve hewl didin ko lawikê
wê jê bistînin. Berxwedana dayikê a ji bo parastina "kezeb"a wê heta
niqteyekê xwe radigre, piştî wê bi dawî tê. Di encamê de ew ajalên dirinde
wî lawikî ji dayika wî vediqetînin, dibin, da bixwin û miraza dilê xwe hasil
bikin. Ew dayika tejî-şefqet ji bilî nêrîna li pey birina kurê xwe tiştek ji
destê wê nayê. Ew bûyer çi qeder dilsoj e, bawerim berdikevit ko erd û ezman
jê re bigirîn. Aha birina wî lawikî eve ye. Bes cudahiyeke di nav bera
herdukan de heye. Di bûyera dirindeyan de dayikê qe nebe hinkê li ber xwe
dida. Lê di ya van hovên du ling de ew ji vê derfetê jî bêpar bû.

Piştî lawik birin wek şîn bikeve nav malê. Heta sibê razan nabû. Lawik bi kû
ve birin? Ji ber çî birin? Dê kengî derkeve pêşberî dadger? Ev hemû ne dîyar
bûn. Nedîyarbûnê deyne alekî pirskirin jî qedexe bû.

Li ser vê bûyerê sê-çar meh derbas bûn. Di vê demê de malbatê, xasma dayika
lawikî çi qeder êş û azar kişandibû; her Xwedê dizane û her ew ... Di dawiyê
de xeber hat ko lawik ketîbû girtîgeha Amedê. Hema mirov bibêje girtîgeha
Amedê, êdî hewceyî bi gotineke din nîne.

Du meh dî di ser de derbas bû. Xizmekî wan ji bo karekî xwe çûbû Amedê.
Piştî ko çû Amedê, tu nabêjî ew roj roja hevdîtina girtiyên girtîgehê bû.
Hema ew jî biryar digre û diçe hevdîtina wî. Piştî ko tê malê ferdên malê li
hev dicivin da lê guhdarî dikin ka rewşa lawikî çawa ne. Ew jî hemû tiştên
ko li wir dîtî ye û di der barê girtiyan de seh kiriye hemû yeko yeko ji wan
re dibêje.

Dayika wî jî digel birayên wî lê guhdarî dikir. Her gotineke wî mîna tîreke
bi jehr li kezeba wê diket. Hinde gotin dirêj dibû, tîr jî zêde dibûn. Di
dawiyê de kezeb perçe perçe bû. Ferdên malê her çiqas çav lê dikirin, îşaret
didanê da ko dawî bi axaftina xwe bîne jî lê nafîle... hinde diçû rewşa wê
giran dibû. Êdî axaftin jê nedihat. Gotin nebû, pirs nebû, tişta jê hat hema
pal da, pişt re xwe dirêj kir. Pişt re... falincûyî.

"Ma em nedaleqênîn, em xwedî bikin!" Ey "Nitekim"ê xwediyê vê gotinê! Her
çiqas rê li ber dadgehkirina te vebibe jî lê ez zen nakim temenê te têrê
bike ko tu di darê vê dinê de sizayê wan gunehê xwe bibînî. Ji ber wê çendê
divê û sed car dî jî divê alemeke din, ango axîret hebe, da mezlûm bi qirika
zaliman bigrin û mafê xwe jê bistînin.

Ev çirok ji hezaran çêrokên reş yên wê demê ne. Sedema gotina min a vê
çêrokê ew e ko da xelk û alem zanibin "12 Eylû'zede" ne tenê yên di
girtîgehê de liqayî wê hovîtîyê hatine ne.

Yên li pey wan, yên çavê wan li rêya wan, yên ji qehr û kula wan canê xwe
dayîn jî hesab bikin.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap