Hevpeyivîn bi Îsmaîl Beşîkçî re

Îsmaîl Beşîkçî: Polîtîkaya kû dewletên dagirker li hembera Kurdan dimeşinîn ji 
polîtîkaya Îsraîl ya hembera Fîlîstînîya pir dijwartir e. 

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

Demekê berê hezên dewleta Îsraîl eriş birin li ser keşteyê kû ji bo runiştwanên 
Gazze yê alîkarî birin. Tu vê biryarê çawa dinirxinî?

Divê em li ser çalakîya Weqfa alîkarîya mirovî ya maf û azadîyan (ÎHH) 
bipêyivin. Di roja me de Kurd li Tirkîye, Îran û Surîye di şartên pir dijwar de 
dijin. Li Tirkîyê bi henzaran kurd niha di zexta cezakirinê da ne, bi sedan 
zarokên Kurdan di girtigehan da ne.
Îran se – çar xortên Kurdan bi hevra carekê de daliqîne. Li Surîyê qasî 
nîvmîlyon Kurd bê nasname ne. Qet tê zanin an ji hatîyê bihîstin kû ÎHH ji bo 
kurdan tiştekî kirîye? 
Hîna berê çend salan li her derê Kurdîstan li ser kurdan ambargoyekê zad hebû. 
Qet kesî parîyekî nan, tasek av da Kurdan? Divê em biyarê di vê çarçevê de 
binirxînin? Behsa amborgaya Îsraîl ya li ser Gazze tê kirin, lê heman amborga 
Misir ji danîye li ser Misir. İma ÎHH behsa amborgayo Misir nake?

Hûn reaksîyonên raya giştî ya jnavnetewî çawa dinirxinîn? Ew pirsgirêk çawa 
dikare were çareser kirin?

Di derheqa pirgirêka Kurd de raya giştî ya navnetewî dû rûyê ye, rîyakar e. 
Raya giştî kû di derheqa pirsgirêka Filîstînîya de pir hesas e, hembera 
pirsgirêka Kurd, hembera daxwazên Kurdan ya azadîyê ne hesas e. Divê mirov li 
ser vê yekê bisekine. Hûn behsa çaresreîya pirsgirekê dikin. Pirsgirek çî ye? 
Filîstîn li Îsrailê hem li Şerîa ya Rojawa, hem li Gazze û hem jî li ser erdê 
Îsaril dijin. Şerîa ya Rojawa û Gazze otonom in. Li vir meclîs, hikumet, hêzên 
ewlehî û ala Fîlîstînî ya heye. Angi Fîlîstînî li vir desthilatdar in. 

Îro pirsgirêk navbera PLO û HAMASê da ye. HAMAS dixwaze dewleta Îsraîl 
hilweşîne, Cuhîyan li ser erde rake. Îsraîl serxwebûna Fîlîstîn ji qebûl dike. 
Gava Fîlîstînî dewleta Îsraîl nasbikin, Îsraîl ji serxwebûna Filîstîn nasbike. 
Lê armanca HAMAS cuhîyan biqedîne. Li gor min pirsgirêk ew e. Halbûkî Rojhelata 
navîn welatê Cuhîyan, welatê Îsarîlîya ye ji.

Di vê babetê de polîtîkaya Tirkîyê çawa dinirxinîn? Tirkîye dixwaze çi bike?
Tirkîye dixwazê hêzekê heremî be. Lê heta dewleta Tirkîye ji bo Kurdan hin 
gavên demokratîk navêje, heta bi Kurda va aşitî pêk nayne, heta pirsgirêka Kurd 
çarser nake, ew nikare hêzek heremî be. Tirkîyê niha dixwazê Îran û Surîye ji 
bigre pişta ywe. Ew dikare li hembera Kurdan wek pêkanîya enîyekê were 
nirxandin. Lê ew polîtîka nikare bighije armanca xwe, lewra hişa netewî ya 
Kurdan pir geş bûye.

Hevkarîya Tirkîye û Îsraîl paşwerû bû. Ewî kêra ar4mancên Tirkîye dikir. 
Tirkîye bi wî hawî dikaribû fîşar li Kurdan bike. Hilweşandina ew hevkarîya 
pêşwerû rêya Kurdan vekirîye.

Ji roja damezirandina Tirkîye heta niha Îsraîl û Tirkîye hevkar in. Di navbera 
herdî dewletan de pêymanên stratejîk yên leşkerî ji hene. Lê wan demên dawî de 
hikumeta AKP dijî vê polîtîkayê bizav dike. Divê mirov ew polîtîkaya AKP çawa 
binirxîne?

Divê kû Îsraîl li Başûrê Kurdîstanê alîkarîya tevgera Kurd kirîye. Ez wek şexis 
pir giringîyê Didim vê alîkarîyê. Ew alîkarî pir girîng bû, lewra derûdora 
Kurdan bi dişminên Kurdan va hatibû girtin. Lê Îsraîl her tim piştgirîya 
polîtîkay Tirkîyê ya hembera Kurdan ya nîjadperest, asîmîlasyonkar, kolonyalîst 
û emperyal kirîye. Tirkîyê piştgîrîya Hamas, Îran û Surîye dike: Bi hawî 
dixwaze bidê nîşandan kû ew li heremê hêzek girîng e. 

Li Tirkîyê bisilman hembera pirsgirêka Filîstîn pir hesas in, lê ew hesasîyet 
hembera Kurdan nîne. Gelo sebebên wê yekê çine?

Ew bi polîtîkaya dewlet ya olî va girêdayîye. Dewlet ji ber kû bikaribe 
tekoşîna Kurdan qels bike bisilmantîyê qewimand. Tê zanin kû Hîzbulah ji bi 
destê dewlet hat damezirandin û geş kirin. Tu hêzeke mixalîf bê piştgirîya 
dewlet pêşva naçe. Hêzên mixalîf yên Kurd her tim rîsk digrin û geş dibin. Lê 
yên Îslamî bi piştgirîya dewlet çalakîyên xwe pêk tînin. Dewlet dixwaze bi 
karanîna îslamê tevgera Kurd qels bike. Ew polîtîkaya dewletê ye. Wek mîsal her 
tim çalakîyên “hefteya pîroz ya bûyînê”� li Amedê tên pîroz kirin. Ji bo 
tevlibûna Kurdan ya wan çalakîyan dewlet pir hewl dide. Ma tenê li Kurdîstanê 
heskirîyên Pêxember hene.� Meleyên kû li vir cîh digrin, dibêjin “ Em ne 
kurdperwer in”. Wilo meleyên kurd hizmeta “ Tirk perwerîyê” dikin. Bisilman 
hembera Kurdan watînîyên xwe yên mirovî bi cîh naynin. Lewra dewlet naxwaze. 
Dewlet dixwaze kû bisilman piştgirîya Erebên bisilman bikin. Ew hemî nîşan 
didin kû bisilman hembera Kurdan dû rû ne. Dîsa dewlet dixwaze kû Kurd tevli 
çalakîyên protesto yên hembera Îsraîlê bin. Ew Kurd hembera mexdurîyeta gelê 
xwe bê dengin , lê hembera mexdurên Ereb, hemebra HAMAS pir hesas in. Divê ew 
pêvaji baş were nirxandin. 

Li gor dîtîna we bisilman Antî-Semitîzmê nakin?

Belê dişmintîya Cûhîyan, dişmintîya Îsarîl bi zanetî tê geş kirin. 

ÎHH îddîa dike kû bi slanê alîkarîya bisilmanên mexdur dike. Heta niha ÎHH qet 
alîkarîya Kurdên mexdur kirîye? An ji bom af û azadîyên Kurdan tu çalakî pêk 
anîye?

Na, tiştekî ûsa nabe. Lewra ÎHH ji alîyê dewletê va tê destek kirin. 

ÎHH îddîa dike kû ew dezgehekê sîvîl e. Lê Îsraîl ÎHH wek terorîst nîşan dide. 
Hin çavderên serbixw ji, ji berk û parlementerên AKP di keştîyê de hebûn, îddîa 
dikin kû ÎHH ne dezgehekê sîvîl û serbixwe ye. Hûn dikarin vê babetê de çi 
bêjin?

Ne raste kû mirov ÎHH wek rêxistinekê serbixwe qebûl bike. Parlementerên AKP 
tirsîyan kû Îsraîl hembera vê çalakîyê çalakîyên pir tûnd pêk bîne, ji ber wê 
bi keştêya va neçûn. 
Divê li vir mirov li ser vê yekê bisekine. Tê gotin kû “ yên kû keştîyê, Mavî 
Marmara siwar bûn, ji nîvî zêdetirê wan zarokên Selahattîn bûn”. 9 kesên kû ji 
alîyê Îsraîl vah atin kuştin, 7 kesên wan kurd in. Piştî erişbirina li ser 
keştîyê, li Stenbol, Amed û bajarên din de gelêk protesto pêk hatin. Girseyên 
mezin di bin ala Hamas, Filîstîn û Tirkîye de meşîyan. Piranîya beşdaran Kurd 
bûn. Di heman demê de serokê Kurdîstan Mesûd Barzanî hat Tirkîye û bi wezîrê 
karên dervê yê Tirkîye va hevditîn pêk anî. Di civîna çapamenî de ala Tirkîye 
hebû, lê ala Kurdîstan tune bû. Erd û ezman bi alayên Tirk, Hamas û Filîstîn 
hatibû neqişandin, lê ji bo ala Kurdîstan tehemûl nîne. Divê ew nayê bîr kirin. 
Ez dixwazim li vir bejim kû di civînê de nebûna ala Iraq tiştek erenî bû. Ew 
hemû didin xuya kirin ku Kurd çiqas ji nasnemya xwe hatine durkirin. Îslam ji 
bo vê pir baş hatîyê kar anîn. Tiştê ecebê kû Kurdên qat qat ji Filîstînîya 
zêdetir neheqî û teda dibînîn, ne ji bo xwe lê ji bo Filîstînî ya ji bo Hamas 
çalakîya pêk tînin. Dîsa ew dide xuya kirin kû Kurd çiqas ji bîra dîrokê bê par 
in.

Li vir ez dixwazim vayê bejim kû li ku derê dinya dibe bila bibe divê mirov 
dijî polîtîkayên nîjadperset û kolonyalîst derkeve, divê mirov piştgirîya 
neteweyên bindest bike. Lê divê Kurd wek Kurd tevli ew xalakîyan bibin. Xelet 
kû Kurd di alaya îslamîstên umetparêst û çepgirên enternasyonalîst ew çalakîyan 
de cîh bigrin, ango bibin boçikên wan. Divê Kurd bizanibin ew qat bi qat ew 
gelan zêdetir di bin têdayê da ne.
Di vê babetê de divê Hamas ji vayê bêje, li Tirkîyê Kurd qasî Filîstînîyan , 
qasî Hamas di bin zilm û zordarîyê da ne. Dewlet an ji hikumeta kû li ser 
Kurdan zilm û zordarîya xwe dajo, encax bi alîkarîya madî û sîyasî ji bo Hamasê 
dike, kêrê vewartina gunehên wê tê.

Gava leşkerên Îsraîl eriş bir li ser keşteyê û çend kes kuştin, li Tirkîyê ji 
alîyê meşwanan diruşmaya “ Divê memetcîk biçe Gazze” hat avêtin. Li gor dîtina 
we çima bilsilman jig ava dikêvin tengasî ji leşkerîyê alîkarî dixwazin?

Li Tirkîyê qismekê bisilmanan di derheqa pirsgirêka Kurd de wek îdeolojîya 
fermî ya dewlet difikirin. Ew li gor polîtîkaya dewlet hereket dikin. Gava 
pirsgirêka Kurd tê rojevê îslam, îslama dewletê ye. Îdelojîya fermî bisilmana 
ûsa perwerde dike.

-------- Original-Nachricht --------
> Datum: Tue, 6 Jul 2010 01:06:53 +0200
> Von: Seyhmus cagro <cagro_seyh...@hotmail.com>
> An: diwanxane@googlegroups.com, muslumyi...@hotmail.com
> Betreff: {Diwanxane}

> 
>                                         
> _________________________________________________________________
> Hotmail: Trusted email with powerful SPAM protection.
> https://signup.live.com/signup.aspx?id=60969
> 
> -- 
> -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir
> u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin,
> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
>  -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin
> hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her
> inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba
> propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da 
> siddet iceren
> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir.
> MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

-- 
GRATIS für alle GMX-Mitglieder: Die maxdome Movie-FLAT!
Jetzt freischalten unter http://portal.gmx.net/de/go/maxdome01

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Attachment: ÎsmaîlBeşîkçîhev.docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap