Edîp Yüksel Kurd e… Çi bikim ku, Ew ji malbatek heta dibêjî hişk umetparêz, lê ewqas jî baqil, xwedî dayîna tefekur û xweşgotinê ya ku ez di Seîdê Kurdî de dibînim tê. Bavê wî zanakî bed bû… Birayê wî Metîn Yüksel mîlîtanek kezebpola… Ew bi destê nijadperestiya Tirk, beriya darbeya 12 Îlonê hat kuştin… Çend xizmên wî yên din jî hene, navên wan bila bimînin li alîkî, ew hêj parêzwan û xulamên tevgerên Umetparêz ên herî serhişk in û, kurdên nezan ên li derûdora xwe, wek pezên frotinê bo berjewendiyên xwe yên siyasî dajon bazara “ tirko- misilmantiyê” Ew, misilmantiyek wek kevirê seqî ( mermer) ya bi çîrokên îsraîliyatî xemilandî, bi hezaran salan di cihê xwe de miciqî mayî, neyartiya gel û baweriyên din bimîne li wir, wek kurmê darê hebûna xwe jî, ya gelê xwe jî red û paşguh dike Dajon… *** Îcar em werin ser Edîb Yûksel… Ev çend sal in bala min li ser e… Ew, xwedî hiş û mejiyek pir tûj tûj, wek gûzan e… Ew, bona xwe ji fikr û raman û hebûna xwe ya derûnî ya bi destê kesayetiya koletiyê neqişandî, ji kevneperestiya hezar salan, ji feodalîteya sedan salan a ku li ser me hemî kurdan hat hatiye ferz kirin xwe azad bike, tekoşînek pir dijwar dide… Ew dizne Fetula çen kîlo ye, çend giram e, xwedî çend û çendik fen û fûtan e… Ew dizne kî û kê li ber gelê wî bi hezaran dafik û xefikan danîne… Lê ew hêj di serî de ye… Qaşika hêkê neşikênandiye… Lê ez sonda mezin dixwum, ji wî malbata baqil û jîr û jêhatî, Dawiya dawîn Edîp Yüksel para me ye… Hê zû ye… Mamoste Marûf
-- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane