Bila em giş bixebitin bo 
“Rêberiyeke hevreyî” 
Cankurd, February 25, 2011
Di dûrokê de, ne tenê erênekirina her şêweyeke xwedeselatkirina kurdî armanca 
dewlet û rêkxirawên hawîr Kurdistanê bû, belku sîlkirina teviya hebûna neteweyî 
ya gelê me bû û bi ser ve jî pişaftina vê neteweyê bû di nêv ên dî de. Li gor 
vê 
armancê jî pilan û siyaset û hevkarî di navbera neyarên gelê me de her hebûn û 
bi cîh dihatin…û hîn jî bi hev re li hember me dixebitin.
Li Îranê hate belavkirin ku “Kurd” ne neteweyeke serbixwe ye, ew stûnekî 
bingehîn û Kevin e ji stûnên neteweya Farsî û di avabûna dewleta şahinşahî ya 
Kevin de ye. Dihat gotin ku Kurd di binyada xwe de Fars in. 

Avabûna dewleta turkî ya nûjen jî, di sala 1923ê de li ser heriftiyên 
Împeratoriya Osmanî li ser bingeha “Yek netewe, yek ziman û yek dewlet” çê 
bûye. 
Navê “Türkiye” jêre hatiye pêdakirin, tevî ku Neteweya Turk ji orta Asiya ve 
weku “suwarin talanker” hatiye herêmê, bi darê zorê, bi xûnrêtinê, xwe li vir 
bi 
cîh û war kiriye. Silogana rojnameya “Hürriyet” a gelek navdar li vî welatî 
“Türkiye türklerindir” ser rastiya nijadpersetiya vê dewletê vedide. Ev welat 
tenha yê Turkan e, tê de çi mafê neteweyên dî nîne! Wan kesên bizava xwe dikin 
ku me bi “Demokratiya Ataturk!” bixapînin, nikanin vê rastiyê bincil bikin. Ji 
sala 1923ê de vê “Demokratiyê” ji gelê me re tiştek ji êş û nebaşiyê pê ve ne 
înaye, tevî ku ev komar li ser milên gelê me jî hatibû avakirin û paristin. Pir 
serhildanên gelê me çêbûn, hema mejiyê nijadperest ê van “Demokratan!” tew 
nehate guhartin. Peyva “Kurdistan” di gewriya wan de dibe hejîreke bi histirî.
Li Îraqê jî her weha, Kurd herdem ji mafên xwe yên neteweyî dihatin bêparkirin. 
Li Îraqê dûrokeke xûnî ya dirêj heye, ku rêç û şopên nijadperestan wê di mêjoyê 
mirovatiyê de herdem bi xûna gelê Kurd bimînin. Qirkirinên li Helebçe „Heleba 
piçûk“ û hovîtiyên cenga „Enfalan“ wê neyin ji bîrkirin. Niha herêmeke federal 
bi navê Kurdistan, paş roxandina sîstema dîktatorê xûnrêj Seddam Husên di sala 
2003ê de, heye, hema wekî dixuye ew bûye mitekî tûj di çavên neyaran de, çi li 
Îraqê û çi li derve…Piraniya „Demokratan!“ li Türkiye, Îran, Sûriye, Îraq û 
welatên dî yên Ereban tew naxwazin wê bipejirînin, tevî ku destûra Îraqê ew 
herêma federal biryar kiriye.
Li Sûriye tew rojekê jî dewleta sûrî hebûna neteweyeke „Kurd“ li Sûriyê 
nepejirandiye, pilan û siyasetin nijadperest li hember gelê me û li hember 
hebûna wî ya neteweyî bi rê ve dibe, tevî ku serhildaneke gelêrî ya gelê me di 
sala 2004ê de ji ber êş û sitembaziyê çêbû û ta niha gelê me gelek qurbanî di 
ber mafê xwe de dane. Komara Sûrî bû „Komara Erebî Sûrî“, hemî niştevanên welêt 
jî „Ereb“ têne dîtin, heme şêweyên çandeya kurdî qedexene, bi ser ve jî cengeke 
şofen li ser zimanê kurdî heye.
Di rewşeke wilo de, pir xebat û kefteleft pêwîst e, da em kanibin bizava 
„Diyalogê“  an  „Gengeşiya demokratî“ bi wan kesan re pêş ve bibin, ewên ku xwe 
wek „DEMOKRAT“ di nêv gelên yên teniştdar de didin nasîn û ji me re bi 
gurmistan 
li sîngê xwe didin û dibêjin:“Em dostên gelê Kurd in!“.
Pir ji zû ve, em ketine nêv hevkêşanên devkî û nivîskî, rû bi rû û bi heme 
şêweyên têkiliyan, bi gelek kesan re ji van „DEMOKRATAN“, lê belê li dawiya 
dawî, ji me re dibêjin:“Bira, em tev niştevanên vî welatî ne, çi Kurd û çi ne 
Kurd, werin em bi hev re deselata zorbaz biroxînin, emê welatekî bê 
nijadperestî 
pêda bikin, emê bi hev re wekî bira bijîn.“ Hema di rastiyê de, mixabin… 
Piraniya wan yekîtiya neteweya Ereb dipejirînin jê hezdikin û jê re dixebitin û 
wê xebatê wekî histobariyeke neteweyî û demokratî û olî ji xwe re dinasin, lê 
ya 
neteweya Kurd wekî „Cudakirina nebaş“ dinasin, û piraniya wan „DEMOKRATAN!“bi 
zûkî Kurdan weku ajanên Amerîka û Israîl didin xuyakirin, gava Kurdek li ser 
mafê gelê xwe di serxwebûn û azadî û yekbûnê de dipeyive…
Tevî hebûna dîwarekî wilo, qaling û bilind, ji mejiyên nijadperest pêdakirî, li 
gor dîtina min, pêwîste em gengeşiya xwe ya germ bi van „NE DEMOKRAT“ re 
bigudînin, pêş ve bibin, ji ber ku li ber me çareyeke dî niha nîne. Heger hêza 
neteweya me heba, û weku hozanvanê me yê mezin Ehmedê Xanî gotiye, bo me xwedî 
kulahekî bi hêz heba, me yê kanî ba mafê xwe bi darê zorê bistanda… û weku ew 
dibêje:
Bê ceng û cîdal û bê tehewwur  vî şuxlî qet mekin tesewwur
Lê ji ber ku em hîn negihane wê pileyê, divê em ji rêya „Diyalogê“ venegerin, 
hema di ber diyaloga xwe re jî, bo me gelek pêwîst e, em hêza xwe ya neteweyî 
bînin ser hev, ji şaşiyên xwe yên dûrokî fêr bibin, di nêv hev de li ser axazin 
zelal û hevpar bicivin, û berî her tiştekî em wekî neteweyekê bixebitin, ne 
wekî 
çar neteweyên jar û haj hev û din nînin. Heta ew rêberê mezin, ê ku Ehmedê Xanî 
hebûna wî hîvî kiriye, derdikeve meydana têkoşînê, divê em rêberiyeke hevreyî 
„Kolêktîv“ di nav xwe de pêda bikin, ku di wê de çi serî ji yê dî mestir tune 
be, wekî pêşserên me yên Mîdî berî niha bi hezaran sal „Hevbendiya Mîdî“ pêda 
kiri bûn.
Heta wê rojê hûn bimînin di xêra Xwedê de…
 Carekê li Bloga me jî binêrin:
http://cankurd.wordpress.com
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Têldest: (+49) 163 869 81 59
Navnîshan: DUSK, P.O.Box: 410 120, 53023 Bonn, Germany
Cankurd

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap