Wê dema ku em koçber bibûn:

Koçberî….

Ev koçberî, ev koçberî
Hawar ji destê koçberî
Asê dikit ew her derî
Hawar ji destê koçberî

Ev koçberî pir zehmet e
Çendî ku hundir rehmet e
Lakîn serapa nîqmet e
Hawar ji destê koçberî

Xanî nînin yek têkevê
Hêre dikit roj û şevê
Car car dikit karê revê
Hawar ji destê koçberî

Mal tev di yek odê de ne
Ev her ji bo wan mesken e
Nînin firax û legen e
Hawar ji destê koçberî

Doşek nînin rûnin li ser
Agir nînin xo bidne ber
Seh nakin em yek xweş-xeber
Hawar ji destê koçberî

Nînin kesek sohbet bikin
Napirse kes ka çî dikin
Şev ta sibê birçî-zik in
Hawar ji destê koçberî

Goşt û birincê nabînit
Ma dê kî jêra wê înit
Her nanê tîsî dibînit
Hawar ji destê koçberî

Birçî-zikî roj û şebê
Ger çar qurîşên te nebê
Nabêje kes bo te ‘lebê!’
Hawar ji destê koçberî

Yek can bidit nînin hewar
Rojan dimînit bendewar
Wek ew ne êkî nişyewar
Hawar ji destê koçberî

Ew her zemanî xemgîn e
Keyf û henek jê ra nîne
Wek tîr ketî nava sîne
Hawar ji destê koçberî

Napirse kes ka ev kî ye
Aya bo çî koçber bî ye
Ka birçî ye yan tazî ye
Hawar ji destê koçberî

Cêba mirov vala dikit
Xemdarê mindala dikit
Teşbîhê evdala dikit
Hawar ji destê koçberî

Bê qismet û bêpar dikit
Îşê wî ax û zar dikit
Wek Dilkulî bîmar dikit
Hawar ji destê koçberî

Dilbikulê Cizîrî

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap