Yasaklı günlerde Cizre hasretiyle yanarken...

Min bêriya te kiriye

Cizîra min bi Xwedê
Min bêriya te kiriye
Wekî dê û weledê
Min bêriya te kiriye

Girîn û qêrîna te
Derd û xem û şîna te
Beko, Mem û Zîna te
Min bêriya te kiriye

Wê germ û havîna te
Misk û ember bîna te
Cam’e, xutbe, îna te
Min bêriya te kiriye

Medreseya te ya Sor
Ya di bin de tijî gor
Mîr’elî û Kelh û Tor
Min bêriya te kiriye

Şahrê û kolanê te
Êş û qehr û janê te
Av û hewa, nanê te
Min bêriya te kiriye

Birca te Beleka te
Şansa te feleka te
Rûniştam kêleka te
Min bêriya te kiriye

Mizgefta taxa Sûrê
Ya ez her dem li dorê
Jê dûrketim bi zorê
Min bêriya te kiriye

Meqbere, cebana te
Bêxwedî mana te
Govend û strana te
Min bêriya te kiriye

Wê çaryana çaralî
Ka ketiye çi halî
Dilkul bo wê dinalî
Min bêriya te kiriye

dilbikul

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap