*Tu Ya Min î*




*Dinya hemû bêjit ne jî*

*Tu ya min î ez yê te me*

*Ta min hebit aql û mejî*

*Tu ya min î ez yê te me*



*Çar zaliman êsîr kirî*

*Ser’erd û bin’erd tev birî*

*Tu bû’y sebep aqil firî*

*Tu ya min î ez yê te me*



*Ez dîn kirim eşqa xedar*

*Va min nema sebr û hedar*

*Lew ez ji bo te hewcedar*

*Tu ya min î ez yê te me*



*Ez Mem, tu jî Zîna min î*

*Hem ruh û hem jîna min î*

*Her dem li ber bîna min î*

*Tu ya min î ez yê te me*



*Şev ta seher karim girîn*

*Hundir tijî cerh û birîn*

*Ferhad ez im tu yî Şirîn*

*Tu ya min î ez yê te me*



*Qet bê te najîm ey hebîb*

*İşqê kirim ez endelîb*

*Va bûm bîmar tu yî tebîb*

*Tu ya min î ez yê te me*



*Ez Dilkulek xemgîn û jar*

*Derd û mereq min kirne bar*

*Her ez dikim qîr û hewar*

*Tu ya min î ez yê te me*



*Dilbikul*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap