Abdulkadir Bîngöl’ün Şiir Defterinden Ji Lênûsa Helbestan a Abdulkadîr Bîngol
Tu Ya Min î Dinya hemû bêjit ne jî Tu ya min î ez yê te me Ta min hebit aql û mejî Tu ya min î ez yê te me Çar zaliman êsîr kirî Ser’erd û bin’erd tev birî Tu bû’y sebep aqil firî Tu ya min î ez yê te me Ez dîn kirim eşqa xedar Va min nema sebr û hedar Lew ez ji bo te hewcedar Tu ya min î ez yê te me Ez Mem, tu jî Zîna min î Hem ruh û hem jîna min î Her dem li ber bîna min î Tu ya min î ez yê te me Şev ta seher karim girîn Hundir tijî cerh û birîn Ferhad ez im tu yî Şirîn Tu ya min î ez yê te me Qet bê te najîm ey hebîb İşqê kirim ez endelîb Va bûm bîmar tu yî tebîb Tu ya min î ez yê te me Ez Dilkulek xemgîn û jar Derd û mereq min kirne bar Her ez dikim qîr û hewar Tu ya min î ez yê te me Dilbikul -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.