{Diwanxane} EFSANEYA GÛNDÊ ABRÎ

2010-02-03 Başlik Qenco Şêboyî
HEVALÊN HÊJA HER DEM GENGEŞÎ NABE... DI JÎNÊ DE BILA PIÇEK JÎ EFSANE HEBE...
SLAV Û RÊZ.


*EFSANEYA GÛNDÊ ABRÎ*



Gûndê Abrî  li mûşê gûndekî ser navçeya kopê ye. Abrî di navbera sala 1100 û
1200an de hatiye avakirin. Avaksazê wê Seyîd Mihemed e. Di wî gûndî de
camiyeke gellek taybet hatiye avakirin. Ew camî jî neviyê Seyîd Mihemed  ku
bi mahlasa eynûl melek û bi navê Seyîd Abdulmelîk tê nasîn ava kiriye. Navê
camiyê jî Eynûl Melek e. Min ji bo wê camiyê got camiyek taybet e. Lewra
sedemeke avakirina wê ya taybet heye. Camî piçikekî xar e. Li ser  rûyê erdê
xar disekine. Ji ber wê yekê milletên der û dorê li ser vê xarbunê efsane
vegotine. Min  ji van efsaneyan yek li stenbolê di qiraca trenê de ji
mirovekî ku xwe ji nevîyê Seyîd Abdulmelîk dihesiband guhdar kir. Wî got:
Em niha li qersê rûdinên. Dema ku kalikên me yên seyyid ku dibin şêxê
terîqeta neqşîbendiyan, ji bo ilim û irfanê ji kopê di serokatiya Şêx
Zeynalabdîn de koçê qersê dikin. Niha paşnavê wan jî Güner e. Piştre  min
di internetê de li ser vî meseleyê lêkolîn kir û rast derket, wê demê bala
min kişand. Piştre min bawer kir kû mêrikê rast vegotiye. Lê ez di internetê
de rastî efsaneyan ne hatim. Ji ber vê  yekê efsaneya ku ji min re hate
vegotin, ez hez dikim ku bi we re parve bikim:



*Efsane*



Seyîd Abdulmelîk qerar dide ku camiyeke li gûndê abriyê çêbike. Lê jê re
erdek(cihek) lazim e ku camîyê li ser wî cihî ava bike. Digere û dibîne ku
cihekî cimcime heye. Piştre dibêje ez ê camiyê li vir ava bikim. Bi
alîkariya gundiyan dest bi avakirinê dike. Di vê navberê de gundên der û
dora wan seh dikin ku seyîdekî li gûndê abriyê li ser cimcimeyekî camîkî ava
dike. Ji ber vê yekê di gûndê devdorê gûndê abriyê de weliyekî Xwedê dibêje
divê ez herim wî zatê meşhur bibînim. Radibe li hespê xwe siwar dibe û
kamçiyê xwe hildide destê xwe û diçe gûndê abriyê. Hespê wî di binê wî de
dibe şêrekî û kamçiyê wî jî di destê wî de dibe marekî. Piştre tê gundê
abriyê. Dema kû nîzikê camiyê dibe Seyîd Abdulmelîk di nav camiyê de wî zatî
 dibîne. Û piştre bi camiyê û bi xîmê wê ve ber bi Welî diçe. Qederek rê hil
dide û piştre disekine. Dema kû disekine camî piçekî xar disekine. Ji ew roj
heya îro ew camî wisa xar sekiniye. Velî dibîne ku camî ber bi wî tê. Wê
demê di hişê xwe de wiha difikire: Ez bi tiştekî zindî(şêr) ber bi wê ve
diçim. Lê ew bi tiştekî nezindî(camî,kevir û xwelî) ve ber bi min ve  tê.
Ji bo vê yekê, ji şêrê xwe peya dibe û li ser çokên xwe ber bi camiyê ve
diçe. Û camî ev roj, ew roj e wisa xar disekine.






 WERZEBA



  Bîst û heftê Rêbendanê


Sala 2010an

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Ynt: {Diwanxane} Kurdên serhişk û pozbilind r e

2010-02-03 Başlik atillabariser
Saeta te xweş be mamoste.
- Özgün İleti -
Kimden : diwanxane@googlegroups.com
Kime : diwanxane 
Gönderme tarihi : 23/01/2010 5:17
Konu : {Diwanxane} Kurdên serhişk û pozbilind re
Kurdên serhişk û pozbilind
re

Me
ji bav û kalan pir nbsp;bihîstiye; “ji me geleknbsp; kes hene ser hişk û 
poz bilind
in...†

Erd û ezman jî bê xwarê, tu kes nikare tiştek bike serê
wan.

Ew, bi qewlê Voltaire êdî “ opposé incorrigible†in; bi
kurmancî mirov dikare bibêje “dijberên bêderman†
in.

Ma
heyran ev 40 car e ez dinivîsim.

Hûnnbsp; dibêjin qey
pîrika we ya 90 salî ya dilşewat, lê kor û nezan dibêje, hûn paşguh
dikin.

Hin kes jî hene wek mirovên me yên reben ên 30 sal berê ( ew,
gavanbsp; mamoste û bijîşkek
bigota ez Kurd im, di cih de lê vedigerandin digotin: heşayî te. Tu
xwendeyî; tu çima kurd î! Di ber xwe de jî dikirin pilepil û digotin:
“-Kurd û toxtor! An Kurd û muelim!) di kûrahiya mejiyê xwe de vê
baweriyê dihewînin; “- gotarên bi Kurdî û zanistî!


Ew
dibêjin qey tiştênnbsp; bi
Kurdî têne nivîsandin çîrok û xewroşk in!


Alman dibêjin; “hin mirov hene mejiyê wan di çavên wan de
ne† Baweriya wan bi têgeh û fikr û ramanan
nayê.

Kurdên famkork û serhişk û poz bilind jî digel 50 hezar
miriyan,

bi
deh hezaran birîndaran,

Bi
mîlyonan nbsp;penaberan,

hêj têdernexistine ku ew di şer de
ne!

Jiber ku ew bi, çavên serên xwe şer
nedîtine.

Di
şer de her netew, her gel bo serkeftinê bi qanûn û zagonên taybet tên
birêvebirin. 

Wek mînak demoralîzasyona gel sûcekî pir mezin
e.

Reş kirin û bêrûmet kirina nbsp;şervanan nbsp;ji
wê jî girantir e.

Ew
kes wek xayîn û nokernbsp; tên
hesibandin û gelek caran bi darvekirinê tên ceza
kirin.

Guhsistên me ji rewşa xwe ya awarte bêhay in.


Ew
serçivîk her tiştî pir zû jibîr dikin. Zilm û zordariya dijmin
jî

nbsp;wisan...

Çend meh kes neyê kuştin dibêjin qey peymana aşitiyê hatiye mor
kirin; gelê wan ji dagirkeran rizgar bûye! nbsp;

nbsp;

Tu
dibêjî qey gerîla û serok û sazûmankar û serokê nbsp;tevgera azadiyê 
dike ( wek
ergenekon û artêşa tirk) desthilatdariyê ji destê sivîlên
Kurdistanî bigire, ew wana bi dîktatorî û bi darbekariyê sûcdar
dikin, hezar çêr û dijûnan bi ser wan de birê
dikin!

Ma
lawo, hûn in gerîla ne. Êdî tu hêzeke we ya neteweyî heye?


Ne
ji wan be, kî we dike şÃ»na mirovan? 

Ew
nebin kî guh dide we? Bi xêra wan e ku hûn, wek Pehlewanên derewîn
vir de wê de davêjin dewletê, kes dengê xwe nake...


Ma
dijmin nizne, hûn nikarin mêş jî berdin ser gûyê
wî!

Neyê hesabê wî, ewnbsp;
di saetekê de we li ser hev dicivîne, wek 1980’an de kir, ser
û guhên we dişikîne, we keloxaşÃ® dike,nbsp; rojê pêncî carannbsp; bi 
we “ emret qomitanim†nbsp; û “ sirûda xwe ya neteweyî† dide
gotin!

Ev
kurdênnbsp; xwe dijber
dihesibînin bi gelemperî ewqas kerr û gêj in ku serokên tevgerên din
ên Kurdistanî yên reben ên nikarin gundekî jî bi rêxistin bikin
dikin şÃ»na Ocalan!

Lawo, ma bi we re hîç hiş û wîjdan, çav û rû
tune?

Sih sal berê, li seranserê Bakûrnbsp; çend hezar kes bi zanetî li 
nasnameya xwe xwedî
derdiket?

Çend kes bê şerm , bê kompleksa xwe biçûkdîtinê di civakê de
radibû digot “ez Kurd im†

Gelo Pêxemberê axir zeman, ji gora xwenbsp; rabûya, bi şÃ®ret û gotinên 
xweş dikaribû hebûna
kurda bi dewleta dagirker bida pejirandin?

We
di xewna xwe de, Tv’yek bi kurdî li alîkî, radyoyek kurdî nbsp;bidîta 
bawer dikir?


Rojnameyek rojane? nbsp;

Bi
hezaran sazî û rêxistin û radyo û Tv û kovar û rojnameyên ku bo
Kurda têdikoşin, qala Kurda dikin, ma ji alî Xwedayê jorîn ve nazil
bûn hatin xwarê?

Fêmkorikno, bi xwendinê we fêm nekir, nekir...


Ma
hûn ji qula dîwaran derketine, dê û bavê we jî nbsp;tune, ji we re 
negotin, hê duh jî
ew newêrîbûn biçûna bajarên tirk û ereban ûnbsp; ji xwe re çuwalek arvan
bistendina, bizinek xwe bifirotina? 

Ma
qey we ji wan nebihîst, di salaên 1970’an de qomando û mufrezeyên
dagirkeran yeko yeko davêtin ser gundên Kurdistanê û gundiyên kurd
ên ji binî ve apolîtîk, rût û repalnbsp; tazî dikirin, li ber çavên 
jin û zarokan nbsp;bi kîrên wan ve bi hev ve girê
didan û bi qûndaxên tivingan li wan dixistin, qîrina wannbsp; wan diçû 
erd û ezmanan, Xwedê
jî nedigîhişt hewara wan?

Ma
hûn kor in, nabînin, îro Kurdên apolîtik li ber çavê dagirkeran wek
melaiketan pîroz û bimbarek in. Serfermandarê artêşa Tirk diçe ser
doşega wan rûdinê, ji wan re palûpûsiyan dike?


***

De
em dev ji duh û îro berdin û li siberojê
binêrin:

Heke em hêz û enerjiya xwe li dijî hevûdu na, bo xêra Tevgera
Azadiyê serf bikin, yekîtîya xwe ya neteweyî pêk bînin, cahş û
neşiyarbûyiyên xwe jî şiyar bikin, bi sond û qesem , serkeftin pir û
pir nêzî me ye. 

Riyên enerjiyê di welatê me re derbas dibe.



{Diwanxane} Mehmet Sönmez Berf Barî

2010-02-03 Başlik Rojda Xanim
Berf barî
Rê, dar, tirêmbêl
Hemû di nav berfê de ma
Pişîk dicemidîn
Kûçik direwin li cihên weşartî digerin

Berf barî
Hebên berfê
Yên şeşkoşe
Wek baskên teyra difirin
Ber bi bayê de

Berf barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane