Dûştû dûşûyor ji bo me gotin
Wan xwest ku dilê me bête sotin

Lê ya dilê wan nehat serê me
Bo zaferê her diçit berê me

DAÎŞ li Kobanê têkdiçîtin
Tişta nedixwestin ew bê dîtin

Daîm bo Xwedê dikem spasî
Mexlûb kire ew IŞÎD-a asî

Min zanîbû Reb wê tiştê nade
Tişta ku heqî rûyî jê bade

Em milletê Kurd zeîf û jar in
Lew em ji heq û hiqûq bêpar in

Em têdikoşin ji boyî mafî
Azadî tenê ji bo me kafî

Naxwazine can û malê xelkê
Heqparêz û însanî ne gelkê

Em bo kesî ne ijadperest in
Lê bo heqê xo welatperest in

Em bo mirovan tevan bira ne
Emma ne tenê bira…çira ne

Naxwazine em çi herb û cengan
Em nabijêrin ziman û rengan

Reş yan sipî yan çi zer we ya sor
Ser wan hemûyan xuya dibit mor

Ango hemû tev da yek pênûs e
Reb wan kire bo pênûs lênûs e.

Xet eynî ye hem nivîs jî eynî
Zinhar! Ji bo wê gumanê neynî

Adem belê bab, Hewa jî dê ye
Însan hemû tev ji wî, ji wê ye

Ferq nake çi Kurd, çi Firs, çi Rûm e
Yê ferq dike ew mirovkî bûm e

Lanet li wî bit cihî dozex bit
Daîm melekê êgir li rex bit

Dilbikulê Cizîrî

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap