*HDP hat HDP*
*Ey AKP bitirse* *HDP hat HDP* *Bawer nekî bipirse* *HDP hat HDP* *Lê tirs qet nade feyde* *Tu bixwazî bixeyde* *Rabe tiştê xwe veyde* *HDP hat HDP* *Hê dibêjî bi kînê* *Pirsgirêka Kurd nîne* *Were şehda xwe bîne* *HDP hat HDP* *Em Cizîr û Şirnex in* *Em Silopya Hezex in* *Em ê her çaran derxin* *HDP hat HDP* *HDP dê serkeve* *Te bivê yan qet neve* *Dawiya we her eve* *HDP hat HDP* *Em ne ew Kurdên te ne* *Kurd in lê em yê xwe ne* *Hem jê têra xwe hene* *HDP hat HDP* *Tu kes deng bo te nade* *Ji vir berê xwe bade* *Hema deryê xwe dade* *HDP hat HDP* *Zarokên me we kuştin* *Jinên me we bî hiştin* *Em bo HDP pişt in* *HDP hat HDP* *Dengê HDP mişt e* *Gelê Kurd jê re pişt e* *Wek lehî û lêmişt e* *HDP hat HDP* *Hat lawê vî miletî* *Bûne bo wê dilketî* *Yên din bo me iletî* *HDP hat HDP* *Roja me Kurdan derket* *Li Rojava bi serket* *Nêzîk de bibin dewlet* *HDP hat HDP* *Serokê wê Silhedîn* *Tu kes wek wî me nedîn* *Em dê qet wî bernedîn* *HDP hat HDP* *Rabe here AKP* *Digel te jî CHP* *Li pey we jî MHP* *HDP hat HDP* *Zemanê we çû, borî* *We da me gelkê zorî* *Ma qey em kerr û kor î* *HDP hat HDP* *Deryê xwe dade, here* *Bike hawar di ber re* *Dê kin digel te şerr e* *HDP hat HDP* *Hê tu perîşan nebî* *Piçek mejyê te hebî* *Tu têkilî me nebî* *HDP hat HDP* *HDP pirr bihêz e* *Bi alet û cihêz e* *Tu xwe jê biparêz e* *HDP hat hat HDP* *HDP erê ev e* *Wek bahoz û badev e* *Ya min bikî bireve* *HDP hat HDP* *HDP hat bi tundî* *Hem bajarî hem gundî* *Awakî serbilind î* *HDP hat HDP* *Bendav hemû şikandin* *Ala xwe ser çikandin* *Deng hemû xirtikandin* *HDP hat HDP* *Meydan tijî jin û mêr* *Wek piling û wekî şêr* *Hemû xweşmêr û camêr* *HDP hat HDP* *Dilbikulê evîndar* *Ji işqê bû birîndar* *Hê tu nebûyî şîndar* *HDP hat HDP* *Dilbikulê Cizîrî* -- -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. --- You received this message because you are subscribed to the Google Groups "Diwanxane" group. To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com. For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.